Hewldana ji bo Roboskê Edalet: Riya edaletê ji Roboskê derbas dibe

Hewildana ji bo Roboskê Edalet di daxuyaniya têkildarî meha 137’emîn a Komkujiya Roboskê de diyar kir ku rêya edalet û aştiyê ji Roboskê derbas dibe.

 Enqere – Di 28’ê Kanûna sala 2011’ê de di encama bombebarana balafirên dewleta tirk de li gundê Roboskê yê Qileban a Şirnexê 19 jê zarok bi giştî 34 sivîl hatibûn qetilkirin. Hewldana ji bo Roboskê Edalet di meha 137’an de daxuyaniyek nivîskî weşand û dan zanîn ku di 11 salên bûrî de berpirsyar nehatin darizandin, edalet pêk nehat, darizandineke bi bandor nehate kirin.

‘We dojehê da jiyankirin’

Di daxuyaniyê de hate destîşan kirin ku çavkaniya dahata malbatan tenê ticareta li ser sînor bû ji bo vê yekê qedera 34 zarokên ku ketin rê mirin, ya mayî ji malbatan re jî bi neheqiyê re êşek ku tu caran nayê jibîrkirin maye û wiha hate gotin:

“We dojehê da jiyankirin. Dewlet gelê xwe qetil nake, êrişî gelê xwe nake û bi awayekî neheq nagire. Dema îro jî cara duyemîn dikevin pêvajoya hilbijartinê neheqî, bêhiqûqî, nebûna aştiyê û zextên dewletê didomin. Li herêmê bi dehan kesên ji sindoqan berpirsiyar tên binçavkirin. Li girtîgehan girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin, li 11 bajarên me mexdûrên erdhejê terkî nebûnê tên kirin. Berpirsyar dîsa dewlet û bê edaletî ye. Ev pergala ku ji şer, çek, rant û ji bo meşandina hikumeta xwe budçeyê vediqetîne, dema dor hate me tu car nebû dewleta civakî û winda ye.”

‘Daraz, parlemento û rêveberî di sinifê de man’

Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku Roboskî sembola bûna mirov, xwedî wijdan, giringiya hevbeşiya mirovan di nava aştiyê de bi hevre jiyanê avabikin û da zanîn ku daraz, parlemento û rêveberiyên derbarê komkojiyê de  di sinifê de man e. Bi bîr xistin ku wê hesabê komkojiyê bi pirsin.

Di daxuyaniyê de hat detnîşan kirin ku Roboskî ezmûna dewlet û desthilatê ye û wiha hate gotin: “Rêya edalet û aştiyê ya li ser vê axê destpêkê di Roboskî re derbas dibe. Roboskî şerma vê axê, birîna nayê kewandin û lêgerîna edaletê ye. Heta ku berpirsyarên Roboskî ku êşê fedî kir, dewletê fedî nekir, hesabê nedin nikarin behsa helalbûnê û edaletê bikin. Me ji bîr nekir, ji bîr nakin û emê nedin jibîrkirin.”