Hevseroka Giştî ya SES'ê Selma Atabey hat girtin

Hevseroka Giştî ya SES'ê Selma Atabey, duh piştî biryara danişîna doza SES'ê derket, hat girtin. SES'ê bertek nîşanî biryarê da û wiha got: “Em ê ji têkoşînê gav paşve navêjin.”

Navenda Nûçeyan- Hevseroka Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakê (SES) Selma Atabey jî di nav da danişîna 2'yan a doza 8 rêvebirên SES'ê ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propgandaya rêxistinê" tên darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê hat ditîn. 

Hejmarek zêde parêzer beşdar bûn

Ji Federasyona Sendîkayên xizmeta Cemaweriyê ya Ewropayê (EPSU) komek nûner, Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Êlihê Necdet Îpekyuz, rêvebirên HDP'a Enqereyê, Hevserokên Giştî yên Federasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û nûnerên wê û nûnerên sendîkayên girêdayî KESK'ê jî di nav de gelek rêxistinên demokratîk û kes tev li danişînê bûn. Gelek parêzer beşdarî danişîna ku hin rêveberên sendîkayan dihat darizandin bûn.

Selma Ataybey hat girtin

Dihat payin di danişînê de şahidên dosyeyê bên guhdarkirin, lê dadgehê şahid neanîn danişînê. Di danişînê de sendîkavan û parêzerên wan axivîn. Piştî beyanan heyeta dadgehê biryara domandina girtina Hevseroka Giştî ya SES'ê ya berê Gonul Erdenê û girtina Seroka Giştî ya SES'ê Gonul Atabeyê da. Dadgehê ku biryara berdewamkirina tedbîrên kontrola edlî yên rêveberên sendîkayan ên ku ji ber dozê dihatin darizandin da, danişîna din taloqî 3'ê Cotmehê kir. 

SES: Em paşve gav navêjin!

Piştî biryarê, SES li hesabê xwe yê medyayê parvekirinek kir û wiha got: “ Em ê ji têkoşîna li dijî sendîkaya xwe ya ku her dem ji vegotina rastiyan dudilî nabin û rêveberên wê yên bi pêvajoyek darazê ya bêhiqûqî û bi îdîayên bêbingeh tên hewldan dayîn bên bêzarkirin, paşve gav navêjin! Têkoşîna mafê tenduristiyê û xizmetên civakî nayê darizandin!”