Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu hat berdan
Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê û edîtora Ajansa Mezopotamya Dîcle Muftuoglu hat berdan.

Amed– Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê û edîtora Ajansa Mezopotamya Dîcle Muftuoglu ya ku roja înê hatibû binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hat berdan. Dîcle Mûftûoglû ya gava Midûra Karên Nivîsê ya Ajansa Nûçeyan Dîcleyê (DÎHA) bûye pere ji nûçegihanên DÎHA'yê yên girtî Ziya Ataman û Nedîm Turfent re şandiye, di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê serdozgeriya Komarê ya Wanê ve bi îdiaya "di warê aborî de alîkariya rêxistinê" de hat binçavkirin, duh danê sibê sewqî Edliyeya Amedê hat kirin.
Pereyê ku ji bo rojnamegeran hat razandin bû mijara sûc!
Dîcle Muftuoglu li Edliyeya Amedê bi rêya SEGBÎS'ê îfade da Dozgeriya Komarê ya Wanê. Dozgeriyê jî bi daxwaza kontrola edlî ew sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Nobedar a Wanê kir. Dîcle Muftuoglu ya ku li vir derbarê îdiayên li ser xwe parastine kir, bi bîr xist ku li DÎHA'yê ku weke Midûrê Karên Nivîsê dixebitî, Nedîm Tûrfent û Ziya Ataman nûçegîhanbûne û piştre hatine girtin û got ku ew ji bo piştgiriya hevalên xwe yên rojnameger pere razandiye.
"Pere bi armanca piştgiriyê hat razandin”
Parêzerê Dîcle Muftuoglu Resûl Temur, diyar kir ku pereyê ku hatiye razandin nikare weke fînanse bê hesibandin û ji bo piştgiriya rojnamegerên girtî re hatiye razandin û xwest muwekîlê xwe bê serbest berdan.
Dadgehê biryara bi şertê kontrola edlî da, Dîcle Muftuoglu berda.