Hevseroka DFG Dîcle Muftuoglu hat binçavkirin

Hevseroka Komaleya Rojnamevanê Dîcle Firatê û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê Dîcle Muftuoglu hat binçavkirin.

Amed – Hevseroka Komaleya Ronamevanên Dîcle Firatê û yek ji edîtorên Dîcle Muftuoglu hat binçackirin. Danê siharê polîsan avêtin ser mala Dîcle Muftuuoglu ya li Amedê. polîsan li mala ku kes lê nînbû lêgerîn da destpêkirin. Polîsên ku piştî lêgerînê ji mal derketin, ji bo îfadeyê bangî Dîcle Muftuoglu kirin.

Dîcle Muftuoglu ya ji bo îfadeyê çûbû Miduriyeta Emniyetê ya Amedê, li wê derê hat binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn.