Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê: Em bi êrîşekî pergalî re rû bi rû ne

Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Ayşe Serra Bucak û Dogan Hatun, diyar kirin ku ji roja mazbatayên xwe wergirtinê heta niha bi êrîşekî pergalî re bi rû ne û wiha gotin: "Em ê li dijî lîstikên erzan, dijdemokratîk serî netewînin û karê xwe bikin.”

Navenda Nûçeyan – Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Ayşe Serra Bucak û Dogan Hatun, der barê lêpirsîna li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM) bi sedî 64’ê dengan serxist hat destpêkirin de daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Hevşaredarên ku diyar kir derheqê wan de kampanyaya îftîra û rêşkirinê tê meşandin û destnîşan kirin bi êrîşek pergalî re rû bi rû ne.

'Kampanyaya îftîra û rêşkirinê dimeşînin’

Hevşaredarên ku diyar kirin ji roja mazbatayên xwe girtinê heta niha bi awayekî pergalî li ser wek al û sirûd bi êrîşekî re rû bi rû ne û wiha gotin:

“Tevî tehrîbat û dîziyên mezin ên qeyûman avakiriyê jî, em di nava vê pêvajoya ku hewil didin ji bo pirsgirêkêk bajêr çareserî bibînin û xizmet pêşkêş bikin de, li dijî rêveberiya me kampanyaya îftîra û rêşkirinê tê meşandin. Bi taybetî li aliyê hinek organên çapemeniyê ve timî caran bi fotomontajan rêveberiya me tê hedefgirtin.”

Ev kampanyayên rêşkirinê yên erzan tenê zirarê didin demokrasiyê. Li gorî têgihîştina me ya  rêveberiyên xwecihî, xizmet pêşkeşkirina her navçe û taxan armanca me ya sereke ye. Rêveberiya me bêyî tevlibûna nîqaşên giştî yên siyasî, bi xebatên xwe yên xizmetê dest bi nîşandana cudahiya xwe kir û wê li ser vê rêyê bimeşe. Em bi awayekî zelal cara dawî ji raya giştî re diyar dikin; tu pirsgirêka me bi nirxên wekî al û sirûd tune ye. Em hercure fotomontaj û agahiyên şaş ên tên hilberandin red dikin.”

'Em ê ji bo hemû welatiyan xizmetek wekhev pêşkêş bikin’

Hevşaredarên ku diyar kir ew ê li dijî lîstikên erzan, kevneperest, şantaj, zext û dijdemokratîk serî netewînin û karê xwe pêk bînin wiha gotin: “Em ê ji bo hemû welatiyan xizmeta wekhev û adil pêşkêş bikin. Em ê bi gelê bajar re bi hev re ya rast bikin. Em ê xwe jî û bajarê xwe jî bi rêve bibin.”

Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Alî Yerlîkaya di 19'ê Nîsanê de ragihand ku der barê îdiayên ku di vekirina Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de "Ala Tirkiyeyê hatiye rakirin" de mufetîşên mulkiyeyê erkdar kiriye.