Hevşaredar serdana Emîne Şenyaşar kirin

Malbata Şenyaşar di roja 689'an a edaletê de, bi hevşaredarên jin ên şaredariyên HDP'ê nobetê edaletê girt.

Riha – Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di roja 689’an de ye.

Malbatê ji mala xwe Pirsûsê hate pêşiya Edliyeya Rihayê û dest bi nobetê kirin. Hevşaredarên jin ên Mêrdînê serdana malbatê kir.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag, Hevşaredara Nisêbînê Semîre Nergîz, Hevşaredara Qoserê Nîlûfer Elîk, Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez, Hevşaredara Stewrê Gulistan Oncu û endama Meclisa Şaredariya ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Renas Aburşu, Endama Lijneya Bajar a Rêveberiyên Herêmî Mevlûde Çelebî, Rêveberên HDP’a Rihayê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê jî di serdanê de cih girtin. 

‘Bila ev êş û zilm bi dawî bibe’

Fîgen Altindag a di serdanê de axivî, wiha got: “Em ji bo li dijî zilm û komkujiyê bibin dengê malbatê hatine serdana dayika Emîneyê. Êdî divê tu kes nema xwe li bêdengiyê dane. Ji bo ku êşa malbatê sivik bibe em hatin cem wan. Em baş dizanin ku hemû derdorên civakî li dijî zilmê li rex malbatê cih digire. Lewma em niha li ba hev in. Em bibin bersiva vê serhildana dayikê.” 

‘Ma hûn dewleteke çawa ne?’

Emîne Şenyaşar jî diyar kir ku kurê wê Fadil ev 5 sal in di hucreye yekkesî de tê ragirtin, xwest ku kesên komkujiya li nexweşxane û kargehê pêk anîn bên cezakirin û wiha got: “Ma hûn dewleteke çawa ne, kujeran bibînin. Dîmenên li nexweşxaneyê peyda bikin. Kurê min berdin.”