Hevpîşeyên Nagîhan Akarsel: Bi jiyana xwe bû heqîqet bi xwe

Hevpîşeyên endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê rojnameger Nagîhan Akarsel, di duyemîn salvegera wefatê de wê bi bîr anîn bal kişandin ku Nagîhan bi jiyan û têkoşîna xwe bûye rastî bi xwe û gotin ku divê xwedî li vê rastiyê derkevin.

NUCAN ARAS - MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê, rojnameger Nagîhan Akarsel, li Başûrê Kurdistanê di 4’ê Cotmeha 2022’yan de bi êrişeke çekdarî jiyana xwe ji dest da. Nagîhan Akarsel, ji rojnamegeriyê heta xebatên Jineolojiyê di têkoşîna heqîqetê de kedek mezin da. Di duyemîn salvegera wefata wê de hevalên wê yên têkoşîn û xebatê, jinên Kurd li cihê lê bûn, Nagîhan Akarsel bi çalakiyên cur be cur bi bîr anîn.

Hevpîşeyên Nagîhan Akarsel, ji me re behsa Nagîhanê kirin û diyar kirin wê jiyana xwe fedayî heqîqetê kiribû loma ew ê mîrasa wê bidomînin.

‘Nagîhan parveker bû kesên li ba xwe bi pêş dixist’

Hevala wê ya xebatê Dîcle Muftuoglu Nagîhanê bi gotinên; “Parveker bû, tişta dizanibû parve dikir, kesên li ba xwe bi pêş dixist” bi bîr anî û diyar kir ku Nagîhan bi taybetî li ser nûçegihaniya jinan disekinî û ji bo vê di vî warî de zimanekî cuda biafirîne, di nava hewldanan de bû. Dîcle Muftuoglu axaftina xwe bi van gotinan domand:

“Nagîhanê ji parvekirinê hez dikir. Hem di warê nûçeyan de hem jî di jiyana giştî de. Nûçeyên me dixwend, li me vedigeriya. Hevalên xwe bi pêş dixist, ji parvekirin û hînkirinê hez dikir, nîqaşan dikir. Ji bo peşxistinê hevalên xwe rexne dikir. Di jiyana xwe ya rojane de jî wiha bû. Bi hemû hevalan re têkildar dibû, sohbet dikir, behsa tecrubeyên xwe dikir. Em bi parvekirnên wê gelek bi pêş ketin. Ez dikarim bibêjim ku ez jî gelek tiştan jê hîn bûm. Hem sekna wê ya li hemberî jiyanê, hem a têkoşînê û nêrîna wê, pir tişt li ber min hîn kir û gelek kes jê hîn bûn. Nagîhan gelek hêja bû. Du sal in navê wê li ser zimanê her kesê ye.”

‘Heta ku kiryarên rastîn werin darizandin em ê têkoşîna xwe bidomînin’

Dîcle Muftuoglu bi bîr xist ku piştî qetilkirina Nagîhanê tenê kesek hatiye girtin, bal kişand ku ew dizanin kiryarê rastîn dewleta Tirk e û got: “Lewre di wê pêvajoyê de Sefîrê Bexdayê, gotibû ku dê êrişên bi vê rêbazê bidomin. Di pêvajoya ku Nagîhan hat qetilkirin de, serhildana Jin Jiyan Azadî li Rojhilat hebû. Ango em dizanin ku tam jî ji ber vê yekê hat qetilkirin. Jinelojiya ku berhema felsefeya Jin Jiyan Azdî bû, bi pêş ketibû û Nagîhanê jî li ser wê zanistê xebatan dimeşand. Nagîhan bi salan ji bo rastiyan derxe holê têkoşiya. Bi Nagîhanê heqîqet hat hedefgirtin. Ji ber vê yekê bi ser kiryarê rastîn ve neçûn lê em baş dizanin ku bi hevkariya dewleta Tirk û PDK’ê vê êrişê çêbû. Heta ku kiryarên rastîn werin darizandin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

‘Xwedî li vê rastiyê derbikevin’

Dîcle Muftoglu diyar kir ku piştî Nagîhan Akarsel li Herêma Federal a Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê rojnameger hatine qetilkirin, li Rohilat rojnamegerên jin hatine girtin û cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn û wiha domand: “Em dizanin ev êrîş li dijî têkoşîna heqîqetê ya gelê Kurd tên kirin. Gulistan Tara di hevpeyvînek xwe de dema behsa têkoşîna rojnamgerên Kurd dike dibêje; ‘wan bi xwîna xwe rastiyan nivîsandin.’ Dema em li şehedata Gulistan Tara dinêrin vê yekê bi awayê zelal dibînin. Şehadeta wê rastiyek derxist holê. Nîşan da ku Tirkiye çiqas ji rastiyan ditirse û çawa tune dike, serî li her cure êrişan dide. Ji Nagîhan heta Gulistanê, heta Nûjiyan Erhan; em ê pênûsên kedkarên çapemeniya azad bi taybetî yên rojnamegerên jin, li erdê nehêlin. Em ê di riya wan de xebatên xwe bidomînin. Em bang li hemû raya giştî dikin û dibêjin; li rastiyê xwedî derbikevin.”

‘Nagîhan Akarsel civaka xwe nas dikir’

Rojnamevan Ceylan Akbaşli jî diyar kir ku kesên di ferqa hebûna xwe, heqîqata xwe û civaka xwe de ne tên hedefgirtin û wiha pê de çû: “ Kesayeta hevala Nagîhan Akarsel jî wisa bû. Di navbera gel û jinan de pirek da avakirin. Hişmendiya mêrperest di nava jin û civakê de zinarek mezin daye avakirin. Hevala Nagîhan Akarsel vê dizanibû, bi têkoşînek mezin civaka xwe nas kir, ji bo di navbera civak û jinan de bibe pirek kedek mezin da.”

‘Pergal jinên pêşeng dike hedef’

Ceylan Akbaşli diyar kir ku Nagîhan Akarsel li ser navê jinan û gelê Kurd têkoşînek bi bandor daye meşandin û wiha gotinên xwe domand: “Ji ber vê hat hedefgirtin. Rastiyek wisa heye, bi gelemperî li cîhanê bi taybetî jî li Kurdistanê pergal pêşengên ku xwe nas dikin, zana dibin, civaka xwe nas dikin qebûl nake ji ber ku ev pêşeng ji derveyî pergalê di nava lêgerînek de ne. Nagîhan Akarsel jî ji ber ji bo civakê û jinan têkoşîn da meşandin hat hedefgirtin. Em dizanin kiryar kî ne.”

‘Kiryar dewlet bi xwe ye’

Ceylan Akbaşli destnîşan kir ku heya niha der barê doza tê meşandin de tu encam nehatiye girtin û kiryar nehatine darizandin û got  “Kiryarê hevala Nagîhan Akarsel dewleta xwedî hişmendiya mêr  bi xwe ye.”

 ‘Ji ber ku polîtîkayên dewletê yên qirêj deşîfre dikir hat hedefgirtin’

Ceylan Akbaşli bal kişand ku di van demên dawî de li Başûrê Kurdistanê dîsa rojnameger bûne hedef û wiha got: “Em dizanin û haydar in kî van êrîşan pêk tîne û çima dike. Nagîhan Akarsel a ku polîtîkayên şerê qirêj û taybet ên sîstem li ser jinan û civakê dimeşîne dizani bû, sîstemê bi tevahî analîz dikir û pêşengiyê ji civakê re dikir, ji ber ku polîtîkayên qirêj ên ji aliyê pergalê ve tên kirin dinivîsand, bû hedefa êrîşan."

'Em ê mîrateya hevalên xwe biparêzin'

Ceylan Akbaşli di dawiyê de got: “Em weke jinên Kurd ên rojnameger soz didin ku mîrateya rêhevalên me yên rojnameger ên ku qet dudil nebûn, biparêzin, em ê li pey têkoşîna wan bin û li ser şopa wan bimeşin.

'Di şexsê Nagîhan Akarsel de gelê Kurd û nasnameya Kurd hat hedefgirtin'

Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê Roza Metîna di destpêka axaftina xwe de Nagîhan Akarsel bi hezkirin û minetdarî bi bîr anî û soza xwe nû kir ku dê şopdarên mîrateya Nagihan a ji Çapemeniya Azad re hiştiye bin. Roza Metîna diyar kir ku Nagihan Akarsel ji rojnamegeriyê bigire heta jineolojiyê xebatên piralî meşandine û wiha berdewam kir:

“Ji ber ku gelek têkoşiya û xwedî kesayetek pir berfireh bû, hat hedefgirtin. Jinên ku bi nasnameya xwe ya berxwedêr li ber xwe didin weke hevala Nagîhan dibin hedef. Di êrîşa li ser Başûrê Kurdistanê de hevkariya dewleta Tirk û PDK’ê heye. Lê divê em ji bîr nekin ku dewletên Iraq û Îranê jî di nav de ne. Armanca bingehîn a peymanên ku di navbera wan de çêkirine ew e ku di şexsê Nagîhan Akarsel de gelê Kurd û nasnameya Kurd hedef bigrin. Ger teşwîqkar û kiryaran hesab bidana dê hevala Hêro Bahadîn û Gulistan Tara nehatana qetilkirin. Kesên ku rêhevala me Nagîhan Akarsel qetil kirin her çendî bên zanîn jî yekane sedema ku nayên darizandin peymana hatiye çêkirin e.”

'Divê em ji her demê bêhtir bibin yek'

Roza Metîna bi bîr xist ku gefên nû yên sûîqestê bi awayekî vekirî di çapemeniya Tirk de tên kirin û diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê rêxistinên MÎT'ê û serwerên dewleta Tirk hene û got: "Divê ev nêzîkatiya Tirkiyeyê were eşkerekirin û şermezarkirin. Divê Kurdistan bibe yek. Ger yekitî nebe dê sûîqest û komkujî berdewam bikin. Divê em ji bîr nekin ku ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi yekitiyê heye.”

Roza Metîna da zanîn ku ew ê ji bo darizandina kujerên hevriyên wan ên herî dawî hatine qetilkirin têbikoşin û mîrateya wan biparêzin.