‘Hevpeymana jinan dê rê li ber ferman û komkujiyan bigre’

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqez kirin ku hevpeymana civakî ya jinan dê hemû jinan ji planên komkujî û qirkirinê biparêze.

RONÎDA HACÎ

Hesekê- Duh Meclisa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî hevpeymana civakî ya jinan civînek berfireh li dar xistibû. 130 jin ji pêkhateyên cuda beşdarî civînê bûn û di dawiya civînê de ji bo reşnivîsa hevpeymanê komîteyek teng a ji 30 jinan pêk tê hat avakirin.

Jinên ji pêkhatyên cuda ên ku tevlî civînê bûn ji ajansa me re axivîn û civîna hate lidarxistin weke gavek serkeftî û dîrokî ku ji bo parastina mafên jinan pênase kirin.

‘Hevpeymana civakî ya jinan wê jinên Êzidî ji qirkirin û fermanan biparêze’

Berdevka Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava Hediya Şemo da zanîn ku bi ked û rola jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gavek dîrokî tê avêtin û axaftina xwe wiha domand: “Di her demê de jin xwedî rol û misyon in lê bi derketina sîstemên desthilatdar, rol û misyona jinan ji dest wan hat girtin lê bi sedan jinên ku îro ji bo xwedîderketina li rastî û dîroka xwe kar û xebat didin meşandin hene. Şoreşa Rojava jî berhema wê kedê ye. Vê şoreşê gelek destkeftiyên bi nirx bi xwe re anî lewma pêwistî hat dîtin ku komîteyek ji bo reşnivîsa hevpeymana jinan were avakirin. Em weke jinên Êzidî beşdar bûn, ji ber ku civaka Êzidî di dîrokê de heya roja îro her dem rastî qirkirinê tê. Ji bo ku em bikaribin xwe ji fermanan biparêzin pêwîst e em xwe bi rêxistin bikin.”

‘Mozayîka gelan di hevpeymana civakî ya jinan de nîşaneya serkeftin û demokrasiyê ye’

Hevseroka giştî ya Meclisa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîham Qeriyo jî da zanîn ku hebûna jinên Suryan di hevpaymana civakî ya jinan de hevpeymanek serkeftî dide nîşandan û got: “Di hevpeymana civakî ya jinan de her pêkhate cihê xwe digre. Me jinên Suryan jî cihê xwe girt. Bi rastî ev mozayîka gelan di hundirê hevpeymana civakî ya jinan de, nîşaneya serkeftin û demokrasiyê ye. Rast e hemû pêkhate cih digrin lê hemû jî ji bo heman dozê kar û xebat dikin. Em di wê baweriyê de ne ku ev hevpeyman dê bibe nimûne ji bo tevahî cihanê.”

‘Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo tevahî jinan çirûskên azadiyê ne’

Seroka Yekitiya Jinên Ermen Enahîd Qesebiyan bal kişand ser qirkirin û fermanên ku di dîrokê de li ser  gelê Ermen, Êzidî û Suryan pêk hatine û wiha anî ziman: “Dîrok bi qirkirin û fermanên li dijî gelan dagirtî ye, mixabin ev ferman jî xwe zindî dike. Çawa ku ferman li dijî Suryan û Êzidiyan pêk hat li dijî me Ermenan jî ji aliyê Osmaniyan ve pêk hat. Di roja îro de jî dewleta Tirk a dagirker pêk tîne. Îro geveke dîrokî tê avêtin hevpeymana civakî ya jinan heye. Me jî weke jinên Ermen cih tê de girt da ku em nirxên civaka xwe û bi taybetî jinên Ermen biparêzin û rê nedin komkujî di dîrokê de dubare bibin. Gelê Ermen, Suryan, Kurd, Êzidî êşa me yek e ji bo wê hevpeymana civakî ya jinan ji bo me serkeftineke ku em di riya wê de hebûna xwe biparêzin. Jinên Bakur û rojhilatê Sûriyeyê bûne çirûska azadiya tevahî jinan. Em dixwazin jin li ku derê bin xwedî mafên xwe bin û bi azadî bijîn.”