Hevkariya Tûnis û Malezyayê ji bo piştgiriya rola pêşengiya jinan
Nûnerên jinên Tûnis û Malezyayê li ser mijara cîh girtina jinan di navendên biriyardanê de li hev civiyan.
NAZÎHA BOSAÎDÎ
Tûnis - Wezîra Malbat, Jin, Zarok, Kal û Pîran a Tûnisê Amal Belhaj Mûsa û Seroka Rêxistina Jinan Radiya Cerbî di serdana xwe ya vê dawiyê ya li Tûnisê de bi seroka rêxistina serkirdetiya jinan Hafsa Haşim re hevdîtin pêk anîn. Di serdanê de li ser piştgirya hevpar di warê seroketiya karên jinan û di cihên biryardanê de zêdetir cîh girtina jinan nîqaş kirin.
Amal Belhaj Mûsa civîna despêkê Serokwezîr Najla Boden re lidarxist. Civîn derfetek bû ji bo ronîkirina ezmûnên her du welatan di warê piştgirîkirina hebûna jinan di cihê biryardanê de. Ji ber ku amar diyar dikin ku nûneratiya jinên Tûnisî di hikûmetê de gihîştiye ji sedî 32 û ji sedî 48.49 jî di meclîsên şaredariyan de. Rêjeya tevlêbûna jinan a li peywirên rêveberiya darazê ji sedî 86,5 e. Di meqamên îdarî de ji sedî 37 û di qada dîplomasiyê de jî ji sedî 10 e.
“Hêviyên pak û xeyalên mezin”
Di civînê de balkişandin ser peywendî û pevguhertina ezmûnan bi taybetî di warê pêşkeftina jinan û bihêzkirina rola wan di nûneriyên giştî û karûbarên siyasî û îdarî de nîşan dan. Hafsa Haşim jî ew vexwendiye ku beşdarî lûtkeya ewil a ku ji aliyê rêxistina wan ve di Adara bê de li Kuala Lumpur a paytexta Malezyayê bi dirûşma "Qaîdeyên nû, hêviyên pak, xeyalên mezin" tê organîzekirin bibe. Hafsa Haşim got ku rêxistin kar dike bo kêmkirina valahiya di warê beşdariya jinan di cihê serkirdayetiyê de, ji ber ku rêjeya jinên derçûyî yên zanîngehên Maleziyê digihêje ji sedî 61 û rêjeya jinên serkirde jî ji sedî 37 e.
Têkildarî girîngiya civînê, berpirsa agahdarkirina rêxistina jinan Îman Rûsî di daxuyaniyekê de ji ajansa me re got ku civîn derfetek e ji bo pêşkêşkirina ezmûna Tûnisê di warê pêşxistina karûbarên jinan ên Tûnisê de, her wiha li ser girîngiya rola wê di karûbarên giştî de, bi taybetî di warên biryargirtin û erkên serkirdayetiyê de, hate gotûbêjkirin.
Îman Rûsî anî ziman ku seroka rêxistinê Radiya Cerbî jî li ser giringiya rola yekîtiyê di asta bihêzkirina aborî, siyasî û civakî de axivî û amaje bi giringiya nûneratî û hebûna yekîtiyê di saziyên navdewletî yên bi jinan re kir. Îman Rûsî diyar kir ku seroka rêxistina serkirdayetiya jinan Hafsa Haşim piştevaniya xwe ji bo ezmûna Tûnisê di warê piştgirîkirina mafên jinan û wekheviyê de nîşan da û pesna rola girîng a yekem rêxistina jinan li Tûnisê di warê aborî, civakî û qadên siyasî yên cuda de da.
Îman Rûsî di dawiya axaftina xwe de got ku her du serokan li hev kirin ku kar ji bo pêşxistina hevkariyên dualî di navbera her du rêxistinan de bikin, bi taybetî di warê bilindkirina rola pêşengiya jinan di birêvebirina karûbarên giştî de.