'Hêviya me ew e ku şaredarî bibin hêza çareseriya pirsgirêkan'

Jinên Efrînê yên koçî navçeya Til Rifeta kantona Şehbayê bûne daxwaz û hêviyên xwe ji hevşaredaran anîn ziman û gotin ku daxwaz û hêvî dikin hevşaredarên nû bibin hêza çareseriya pirsgirêkên civakê.

HESNA MIHEMED

Şehba- Di 11'ê Hezîranê de wê hilbijartinên şaredariyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bên, piştî ku pêşhilbijartinên Kongra Star û Partiya Yekitiya Demokartîk PYD'ê çêbûn û tê de namzedên hevşaredariyê hatin hilbijartin cara yekem dê hilbijartinên şaredariyan pêk werin û gel bi îradeya xwe dengê xwe dide namzedên ku hilbijartine. Der barê hilbijartinên şaredariyan de jinên Efrînê yên koçberî navçeya Til Rifeta Şehbayê bûne daxwaz û hêviyên xwe ji bo şaredariyên demokratîk anîn ziman.

'Hêviya me ew e ku pirsgirêkên gel bên çareserkirin'

Şemşîran Omar di gotinên xwe de daxwaza xwe ji bo xebatên şaredariyê anî ziman û got: "Me dengê xwe da namzedan ji bo ku kar û xebatên xwe baştir bikin û rêxistinên xwe xurtir bikin. Karê ku dikeve ser milên şaredariyan ew e pêdiviyên gelê xwe bi cih bînin û daxwazên wan pêk bînin. Divê di warê xizmetê de xwe xurt bikin û pirsgirêkên gel ên jiyanî çareser bikin. Em daxwaz ji kesên ku di hilbijartinan de bi ser bikevin dikin ku xwedî li erk û karê xwe derkevin. Ew bi dengê gel bi ser ketine. Hevşaredarên nû wê gelê xwe temsîl bikin. Em piranî pirsgirêkên riyan astengiyan dikşînin her wiha di warê av ê de jî zehmetiyên me hene. Em hêvî dikin ku ev pirsgirêk bi lez bên çareserkirin û wekhevî di nava gel de ava bikin."

'Şaredarî wê bibe hêza çareseriya pirsgirêkan'

Leyla Sîdo jî bal kişand ser girîngiya rola jin di nava şaredariyan de û got: "Em weke jin herî zêde di nava civakê de zehmetiyan dikşînin, lewra hebûna jin di şaredariyan de girîng e, ji ber şaredarî saziya herî zêde bi pirsgirêkên gel re mijûl dibe û bingeha civakê ye. Xurtkirina rêxistina jin di nava şaredariyan de jî divê zêdetir bibe. Hêvî û daxwazên me ji hevserokên nû yên şaredariyan re ku bên erkdar kirin ew e ku wekheviyê di nava civakê de bidin meşandin û wê bibin hêza çareseriya pirsgirêkên gel."

'Em hêvî dikin ku şaredariya demokrat ava bibe'

Binefş Omar hêviyên xwe ji bo şaredariyên demokratîk anî ziman û wiha got: "Em herî zêde ji ber rewşa dorpêçê û êrîşan pirsgirêkên avê dijîn, li gorî derfetên heyî em daxwaz ji şaredariyan dikin ku bibin hêza çareseriyê ji vê pirsgirêkê re û pêdiviyên gel pêk bînin. Her wiha di warê paqijiyê de xwe xurtir bikin. Em ber bi demsala havînê ve diçin û di vê demsalê de pêşî û kurmik zêdetir dibin. Divê derman li malan bi awayekî rêxistinkirî bên belavkirin ji ber nexweşî jî bi derketina van pêşûyan zêdetir dibin û nexweşiya weke laşmaniya herî zêde belav dibin. Em hêvî dikin ku şaredariyeke nû ya demokrat bê avakirin û bikeve xizmeta gel."