Hevgirtina jinan rê li ber tundiyê digre

Çalakvanên jin ên Misrê diyar kirin ku xwepêşandanên li Hindistanê çêbûne girîng in û diyar kirin ku divê jin li cihên kar werin parastin.

ESMA FATIHÎ

Qahîre- Li her derê cîhanê rojane êriş li dijî jinan tên kirin, ji ber tunebûna ewlehiya cihên ku jin lê dixebitin, hema bibêje li her derê, bi gelek rewşên xirab re rûbirû dimînin.

Qetilkirina bijîşka Hindistanî ya 30 salî yek ji wan bûyeran e. Bijîşka 30 salî dema nobedar bû rastî tecawizê hat û dû re jî hat qetilkirin. Mîna vê bûyerê gelek bûyerên din jî heta niha li Hindistanê di demên cuda de qewimîne.

Xwepêşandanên li Hindistanê girîng in

Çalakvana femînîst û rêvebera bernameya xurtkirina wekhevî û têkoşîna li hemberî cudakariyê ya li Saziya Jinan a Nû Lemyaa Lutfî got: "Baldariyek berbiçav li ser tundiya li dijî jinan li Hindistanê heye ji ber bûyerên ku diqewimin. Mînak tecawizên komî û tundiya li dijî jinan li kolanan û yek ji wan jî bûyera nexweşxaneyê ya herî dawî ye. Xwepêşandanên ji aliyê bijîşkan ve hatin destpêkirin gelekî girîng in ji ber pêwîstiya mirovan di rewşên wiha de bi hişyarkirinê heye. Tundiya ku li bijîşka jin hat kirin û dûre qetilkirina wê ne tenê li dewletekê heye, li Misrê jî çêdibin bûyerên wisa. Her wiha li gelek dewletên Ereb bûyerên wiha çêdibin.”

Lemya Lutfî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Kesên ku têkiliya wan bi desthilatdariyê re heye ji cezayan difilitin. Her çendî gelek cureyên tundiyê bikin jî gelek caran xilas dibin. Hinek rewşên destdirêjiyê hene kesên tewanbar xilas dibin û kesên tecawiz li wan hatiye kirin sûcdar tên dîtin."

Li cihên kar tunebûna parastinê

Lemya Lutfî diyar kir ku pêwîstiya cihên kar bi parastinê heye. Ji bo lihevkirina peymana 190’î li welatan were îmzekirin û got: “Ji ber armanc dike cîhaneke kar bi ewle ji her kesê re biafirîne. Divê cihê ku bijîşk lê hat qetilkirin bi ewle bûya. Cihên mîna buroyan, cihên keşifkirin û baldariyê cihên vekirî ne û hejmarek mezin ji kesan lê ne ji ber wê heta astekê bi ewle ne û destdirêjî li wan çênabin. Li cihên vehesiyê û awayên veguhestinê bê ewlehî ne. Ev demek dirêj e hejmara herî zêde ya binpêkirinên li dijî jinan li van cihan çêdibin. Kiryara li dijî bijîşka Hindistanî her wiha hemşîreya Misrî ya ku piştî nîvê şevê ji cihê kar diçû malê ji aliyê ajokar û hevalê wî ve rastî tecawizê hatibû. Ev çend ji van mînakan in."

‘Bûyera hemşîreya li Misirê dişibe ya bijîjka Hindistanê’

Lemya Lutfî wiha berdewam kir: "Hinek mijar nêzî hev in ji ber ku beriya çend salan hemşîreyek li Misrê rastî tecawizê hat, dema diçû malê. Diviyabû çûyîna wê ya malê di mercên bi ewle de bûya. Helwesta hevjînê wê jî girîng û balkêş bû, ji ber ku piştgiriya wê kir. Jinên li herêma Rojhilatî bi giştî gelek azaran dikşînin ji ber zagon parastina wan bi rengekî guncaw nakin. Ji ber vê yekê barê îsbatkirin û li bendêmayînê demeke dirêj didome. Li kêleka wê jî civak jinên ku rûbirûyî bûyeran hatine şermezar dikin û di encama vê yekê de jin gilî nakin."

Lemya Lutfî diyar kir ku jina daxwaza mafên xwe bike û dozê der barê bûyera hatiye serê wê de veke, ji aliyê civakê ve tê şermezarkirin ji ber wê yekê jin bêdeng in gilî nakin û daxwaza mafên xwe nakin.

Lemya Lutfî teqezî li ser hebûna siyasetên parastina jinan li cihên kar kir her wiha îmzekirina peymanên navneteweyî yên parastina mafên jinan dikin û bal kişand ku divê kar li ser guhertina çanda civakê bi riya stratejî panel hevpeyvîn û serdana cihên ragihandinê werin kirin û diyar kir ku divê her kes li hember tundiyê hevgirtî be.

Sedem gelek in û kiryar berdewam dikin

Çalakvana femînîst Aya  Ebd El Hemîd jî got: "Tundî li dijî jinan li cîhanê giştî pêk tê ji ber ku li her welatî kiryar dizanin ku bi zagonan tên parastin. Gelek caran jinên ku rûbirûyî tundiyê dimînin, tên tewanbarkirin û gelek pirs bê bersiv dimînin. Tenê ji bo ku riya xilasiyê ji kesên tewanbar re vekin. Mijara li Hindistanê jî yek ji bûyerên giştî ye. Bûyerên wiha mixabin li Misrê û dewletên Ereb û hinek dewletên Awropayê jî diqewimin."

‘Li cihên kar divê pergalên parastinê hebin’

Aya  Ebd El Hemîd diyar kir ku gelek kiryarên girêdayî çanda civakî ya mêrperest çêdibin û wiha berdewam kir: "Divê siyasetên parastinê yên eşkere û zelal û kamerayên çavdêriyê hebin. Her wiha dîwarên ji qizêzan li cihên kar hebin ji bo ku şêwazên ne guncaw werin dîtin. Dîwar û korîdorên dirêj rê li ber binpêkirinên li dijî jinan vedikin. Divê zagonên giştî hebin parastina jinan bi rengekî cidî bikin. Divê ceza girantir bibin."