Hevdîtinên malbata Doku yên li Meclisê berdewam dikin

Malbata Gulistan Doku li Meclisê hevdîtinên xwe yên bi serokên partiyan re berdewam dike. Malbatê herî dawiyê bi Serokê Giştî ya CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu re hevdîtin pêk anî, hat zanîn ku dê CHP dê heyetek bişîne Dêrsimê.

 
Navenda Nûçeyan- Dayika Gulistan Doku ya ji dîroka 5’ê Çileya 2020’an heya niha jê agahî nayê girtin, bavê wê Halît û xwişka wê Aygul Doku şêwrên xwe yên li Meclisê berdewam dikin. Malbat duh piştî hevdîtina bi heyeta HDP’ê re, beşdarî civîna komê bû, piştre jî serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu ziyaret kir.
"Heyet hat erkdarkirin"
Di hevdîtina bi Kemal Kiliçdaroglu re serokwekîlên komê Ozgur Ozel û wekîl Polat Şaroglu bi wan re çûn. Di hevdîtinê de malbatê tiştên jiyaye anî ser ziman, alîkara serokê giştî û berpirsiyara mafên mirovan a CHP’ê Gulîzar Bîçer û Wekîlê Stenbolê Zeynel Emre ji bo çûyîna Dêrsimê hatin erkdarkirin. 
Heyet bi çûyîna Dersîmê der barê Gulistanê de dê bi dozger û midûrê emniyetê re hevdîtinan bike. Piştî hevdîtina bi rayedaran re dê rapor bê amadekirin. 
"Dê hevdîtin berdewam bikin"
Malbata Doku bi siyasetmedarên MHP’ê, Îyî Partî û Ak Partî yên li meclisê komên wan hene re jî hevdîtinê bike. Malbatê ji serokê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê Wekîlê AKP’ê yê Bursayê Hakan Çavuşoglu re tişkên ku jiyane kvegot. Li gorî agahiyan dê malbat îro jî hevdîtinên xwe yên li meclisê berdewam bike.