Hevdîtinên Destûra Bingehîn: Hewceyî bi paqijkirina rê heye

Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş di çarçoveya xebatên Destûra Bingehîn a nû de serdana Partiya DEM’ê kir. Piştî serdanê Hevseroka Giştî ya DEM'ê Tulay Hatîmogullari axivî û diyar kir ku ji bo avakirina Tirkiyeya demokratîk paqijkirina riyan pêwîst e.

Navenda Nûçeyan- Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş di çarçoveya hevdîtinên destûra bingehîn a nû de çû serdana Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî). Hevdîtinê, saet di 12.00’an de li Meclisê dest pê kir. Li gel Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, her wiha Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî cih girtin. 

'Em xebateke destûrî dixwazin ku partiyên siyasî li ser li hev bikin'

Hevdîtin bi qasî nîvsaetê domiya û piştre jî daxuyaniyeke hevpar hat dayîn. Di daxuyaniyê de ewil Numan Kurtulmuş axivî û got ku di çarçoveya xebatên destûra bingehîn de roja Sêşemê dest bi hevdîtinan kirine û di roja duyemîn de hatine serdana DEM Partiyê. Numan Kurtulmuş, wiha domand: “Em îro hevdîtinan bi sê partiyan re dikin. Sê partiyên ku di parlamentoyê de komên wan hene. Me ewilî serdana DEM Partiyê kir. Me nêrînên xwe yên têkildarî pêvajoyê û daxwazên xwe bi wan re parve kirin. Piştî ku bi hevserokên giştî û serokên komê yên rêzdar re hevdîtin kirin têkildarî vê yekê pişt re dê nêrînên xwe bi raya giştî re parve bikin. Hêviya me ew e ku xebateke destûra bingehîn ku piraniya partiyên siyasî yên di meclisê de li ser bixebitin û li meclisê were qebûlkirin e. Em ê daxuyaniya berfireh a têkildarî îro piştî serdana her sê partiyan bikin pêk bînin.”

'Paqijkirina rê pêwîst e'

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari ku pişt re axivî kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anî ziman û wiha got: “Em jî weke DEM Partiyê di wê baweriyê de ne ku pêdivî bi pêvajoya çêkirina Destûra Bingehîn a demokratîk heye. Nêrînên me yên li ser guhertina Destûra Bingehîn a 12'ê Îlonê û gavên ji bo avakirina Tirkiyeyeke demokratîk bên avêtin, tên zanîn. Pêdivî bi paqijkirinekê heye. Ji bo me gelekî girîng e ku pêvajoya heyî ya tepisandinê em ji holê rakin, xalên Destûra Bingehîn û biryarên DMME’yê bi cih bînin.

Me destnîşan kir ku em tundiya duh di 1 'ê Gulanê de pêk hatiye neyînî dibînin û di pêvajoya çêkirina Destûra Bingehîn de li ser zemîneke bi vî rengî wê zehmetî bên kişandin. Bêguman ji bo me jî girîng e ku em pêvajoya çêkirina Destûra Bingehîn li ser bingeha welatîbûna wekhev a hemû gel û baweriyên cuda bi qada herî berfireh a mutabaqata civakî bidin destpêkirin. Krîzeke kûr û xizaniyeke ku Tirkiye tê re derbas dibe heye.”

Weke hemû partiyan berpirsyariyeke me heye ku pêvajo bi rengekî vê pirsgirêka lezgîn û tirsnak veneşêre, bi pêş bikeve.