Hevdîtina Pexşan Ezîzî ya bi parêzer û malbatê re hate qedexekirin

Li rojnamevan, çalakvan û girtiya siyasî Pexşan Ezîzî ku nêzîkî salekê ye ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye girtin û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, eşkere bû ku mafê hevdîtina bi parêzer û malbatê re hat qedexekirin.

Navenda Nûçeyan – Pexşan Ezîzî ku li Girtîgeha Êvînê tê ragirtin, ji aliyê Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Îranê ve bi hinceta endamtiya Partiya Jiyana Azadiya Kurdistanê (PJAK) bi sûcê “xiyanetê” hat sûcdarkirin û ji ber vê yekê dadgehê cezayê darvekirinê lê birî. Hat ragihandin ku hevdîtina Pexşan Ezîzî ya bi parêzer û malbata xwe re hatiye qedexekirin.

Li gor rapora Komeleya Mafên Mirovan ya Kurdistanê, rejîma Îranê nehişt çalakvan, rojnamevan û girtiya siyasî Pexşan Ezîzî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ev kiryara ku weke binpêkirina eşkere ya mafên mirovan û mafên bingehîn yên girtiyan tê dîtin, bûye sedema fikareke mezin di nav rêxistin û çalakvanên mafên mirovan de.

Çalakvanên mafên mirovan û rêxistinên navnetewî bi berdewamî tekezî li ser pêwîstiya danûstandin û hevdîtina bi parêzer û malbatan re weke mafekî bingehîn dikin. Her wiha diyar dikin ku ev qedexe hem ji aliyê hiqûqî ve bêmafiyeke, di heman demê de bandorek neyînî li ser derûniya girtiyan û malbatên wan jî dike.