‘Heta niha li Xezayê 61 hezar û 709 kesan jiyana xwe ji dest dane’

Rayedarên Xezayê dan zanîn ku 61 hezar û 709 Filistiniyan di encama êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane. Wezareta Tenduristiya Xezeyê beriya niha ev reqem weke 47 hezar û 760’î eşkere kiribû.

Navenda Nûçeyan – Wezîrê Ragihandinê yê hikûmeta Xezayê Selame Marûf di civîneke çapemeniyê de got: ‘’Di encama vî şerê qirkirinê de 61 hezar û 709 kes şehîd bûn. Ji van 47 hezar û 487 kes ji nexweşxaneyan re hatin sewqkirin lê belê 14 hezar û 222 kes di bin kavilan de mane yan jî li ser rêyên nepaqijkirî winda ne.’’

Marûf da zanîn ku di encama êrîşan de 111 hezar û 588 kes jî birîndar bûne û diyar kir ku êşkence li zêdetirî 6 hezar Filistiniyên ku li girtîgehên Îsraîlê tên girtin,  hatiye kirin.

Ev hejmar têrê dike ku DCN biryara girtinê bide

Sektetera Giştî ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Agnes Callamard daxuyaniyek da Al Jazeerayê û Callamard di daxuyaniya xwe de  anî ziman ku hejmara hatî sererastkirin ya kesên li Xezeyê jiyana xwe ji dest dane, ji bo kesên ku geşedanên 15 mehên dawîn şopandine, ne hejmareke sosret e.

Callamardê diyar kir ku hejmara ku beriya niha hatiye eşkerekirin jî têrê dike  ku Dadgeha Cezayî ya Navneteweyî (DCN) derbarê serokên Îsraîlî de biryara girtinê bide.

Callamardê destnîşan kir ku divîya hikûmetan beriya niha li hemberî vê rewşê bertekeke tund nîşan bida û got: ‘’Hejmara nû ya kesên ku jiyana xwe ji dest dane, wehamet û lezgîniya trajediya Filîstiniyên li Xezeyê dubare radixe ber çavan.’’

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di 4’ê Kanûna 2024’an de raporeke 300 rûpelî weşand û di rapora xwe de êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê weke ‘’qirkirinê’’ pênase kiribû.

Callamardê herî dawiyê ev yek anîn ziman: ‘’Qirkirin ne girêdayî hejmarane.  Girêdayî afirandina şertên biqestî yên ku rê li ber tunekirina nifûsekê vedike û niyeta têkildarî van kiryaran e.’’