Henîfa Mihemed: Hêzên serdest nikarin rê li ber serhildanên jinan bigrin

Rêvebera Komîteya Edaleta Jin a Qamişloyê Henîfa Mihemed têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Adullah Ocalan tê meşandin got ku tecrîda ku bi pergala îşkenceyê ya li îmraliyê didome, tecrîdkirina daxwaza jiyana azad a jinan û gelan e.

ROJ HOZAN

Qamişlo-Pergalên desthilatdar ji fikrên demokratîk ditirsin û naxwazin di civakê de mirovên xwedî nêrînên azad derbikevin pêş. Fikrên demokrat pergalên serdest red dike û wekheviya civakek azad misoger dike. Rêberê Gelê Kurd Adullah Ocalan bi felsefeya xwe ya demokratîk hejandinek di bingeha sîstemên serdest de da çêkirin bi taybetî dema jinan kir pêşengên fikrên xwe yên azad. Îro li seranserî Kurdistan û cîhanê serhildana jinan e, herikîna jinan ber bi azadiya mayinde ve encama felsefeya demokratîk e. Hêzên desthilatdar îro bi girankirine tecrîda bê maf li ser Rêberê Gelê Kurd Adullah Ocalan dixwaze rê li ber vîna jinan bigre bi rengekî ku jinan bêdeng bihêlin û nikaribin ji bo maf û azadiya xwe tiştekî qezenc bikin. Têkildarî mijarê Rêveberiya Komîteya Edaleta Jin a Kantona Qamişloyê Henîfa Mihemed nirxandin kir.

“Fikrên Rêber Apo jinên serhildêr ji azadiyê re amade kirin”

Henîfa Mihemed êrîşên hêzên serdest li ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Adullah Ocalan nirxand û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Projeya demokratîk a bi fikir û felsefeya Rêber Apo pejirî rastî gelek astengiyan hat ji aliyê hêzên desthilatdar ve. Fikrên ku artêşeke xurt ji jinan li ser esasê wê xwe bi rê ve dibin her wiha di nava aloziyên heyî de ji êrîşên li ser jinan hiştiye ew jin li ser piyan bimînin. Helbet sekna jinan û têkoşîna wan îro bi saya vê yekê gihîştiye asteke xurt ku bi riya wê jinan cewherê xwe nas kiriye. Çima îro fikrên demokratîk rastî van êrîşan tên ji ber ku hêzên serdest ji pejirîna îradeya jinan ditirsin. Serhildana jinan bi dirûşma jin jiyan azadî li seranserê Kurdistan û cîhanê dide diyarkirin ku jinan êdî felsefeya azad di hîmên jiyana xwe de dane rûniştandin û li hemberî hemû cureyên êşkence, tundî û kiryarên hovanê fikran ji xwe re esas digre. Jin ji riya têkoşînê venagerin û bandora xwe li jinên civakên din jî dikin, ji ber fikrên Rêber Apo ne tenê ji bo jinên Kurd e, ji bo tevahî jinên ku rastî zilim û zordariyê tên. Fikrên Rêber Apo jinên serhildêr ji azadiya wan re amade kir.”

“Serhildana jinan encama fikrên azad bû pêl bi pêl li riya xwe digeriya”

Henîfa Mihemed behsa tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Adullah Ocalan tê meşandin kir û wiha pêde çû: “Tecrîda ku bi pergala îşkenceyê ya li îmraliyê didome, tecrîdkirina daxwaza jiyana azad a jinan û gelan e. Tecrîdeke bêedaletî ye dûrî mafên mirovan e ji ber wê em bi tu awayî vê tecrîdê qebûl nakin û red dikin. Mixabin dewletên ku îro bi serdestiya xwe serkêşiyê ji cîhanê re dikin dixwazin bi dîktatoriya xwe vî fikrî têk bibin û civakê bêzar bihêlin, mecbûrî koletiya xwe bikin. Her wiha dixwazin jin jî bi tecrîdkirina Rêber Apo re di bin hişmendiyeke baviksalarî de bimînin û rê li ber çareyên azadiya wan were girtin. Îro em dibînin li Îranê bi hezaran jin di bin sîstema desthilatdariyê de nikarin çavên xwe vekin ji ber di wir de jiyan li jinan qedexe ye ev cihê mixabiniyê ye. Serhildana van jinan bi kuştina Jîna Emînî re encama fikrekî azad bû, li riya xwe digeriye ku bipejire.”

Henîfa Mihemed wiha dawî li gotinên xwe anî: “Rêber Apo bi fikir û nêrîna xwe azad e ji bo wê erka me jinan ew e ku em fikrên pîroz biparêzin û bikin malê hemû jinan. Ger îro em jin dikarin xwedî li fikrên Rêber Apo derkevin, em dikarin bi fizîkî jî wî ji zindana Îmraliyê azad bikin. Tu carî bi tecrîdkirinê nikarin vîna me rawestînin heya dawiyê xeta ku Rêber Apo ji bo me nîşan daye em ê bidomînin.”