Hemrîn El-Hesen: Ji serê salê ve 19 jê jin 27 kes li kampa Holê hatine kuştin
Rêvebera Kampa Holê Hemrîn El-Hesen behsa xeteriyê kampa Holê kir û da zanîn ku ji serê salê ve 19 jê jin 27 kes li kampê ji aliyê penaberên ji kampê ve hatine kûştin.
SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Kampa Holê yek ji wan kampên di hundirê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ye û bi 45 km rojhilatî bajarê Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikeve. Lê taybetmendiyên vê kampê mirov dikare wekî bombeyên bi bandor binav bike. Ji ber kesên di hundirê vê kampê de dijîn, li ser îdeolojiyek mezin dibin ku ji derveyî serjêkirin, tarîtî û kolekirina jinan nas nakin. Heya ku jina bifikire ji fikrê DAIŞ'ê rizgar bibe rastî hemû rengên tundiyê û kuştineke bi hov tê. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin jinên DAIŞ'ê yên di beşa (muhaciriyê) an di binerdan dikolin. Di şerê li dijî DAIŞ'ê de ku ji aliyê şervanên YPJ/QSD'ê ve hat kirin, me dît ku çawa çeteyan bi km. binerd kola bûn, ji bo êrîş û parastina xwe bikar anîbûn. Ji vê kolana ku di hundirê kampê de jî diyar dibe ku jinên DAIŞ'ê yên muhacîr ango yên ji welatên derveyî Sûriyeyê amadekariya hin tiştan dikin.
Li aliyekî din jî jinên ku êdî bawer kirin riya îdeolojiya DAIŞ'ê girtiye û ne rast e, dixwazin jê rizgar bibin, zincîrên tirsê bidin şikandin û qîrîna xwe bigihîjînin hemû jinên din, tên kuştin û serjêkirin. Cenazeyên wan jî piranî di kanalîzasyonên avê de ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve tên dîtin, gelek cenazeyên ku ji wir hatin derxistin jî bê serî bûn. Ne tenê ev kî derbasî hundirê kampê bibe, bêguman wê gefa kuştinê lê were xwarin di heman wextê de jî zarokên DAIŞ'ê bi keviran û dirûşmên ku DAIŞ hê jî heye û wê serê wan jê bike êrîşî her kesî dikin. An jî ew zarok bi îşaretan ku em ê serê we jêbikin, pêşwaziya kesên ku derbas dibin, dikin. Zarok nifşên pêşerojê ne, ew zarok roj bi roj mezin dibin û xeterî zêde dibe. Ev ne gotin in lê bi rastî yên ku kamp nedîtibin, çav li jin û zarokên DAIŞ'ê neketibin wê asta xeteriya wan jî nas neke ango jêre normal were.
Di heman wextê de jî jinên ku ji kampê direvin û digihîjin Tirkiyeyê ango herêmên dagirkirî bi riya rêxistineke girêdayî Tirkiyeyê bi navê (IHH) qaşo ji bo alîkariyê tên binavkirin û raya giştî pê dixapînin, çêdibe. Di hundirê Kampa Holê de 7791 malbat- 29152 kes ji penaberên Iraqê, 4998 malbat- 18863 kes ji koçberên Sûriyeyê, 2416 malbat-8109 kes ji jinên DAIŞê yên biyanî lê dijîn. Hejmara giştî yên ku di hundirê Kampa Holê de dijîn 56097 kes in. Li gorî rêveberiya kampê daye diyarkirin ji dema avakirina kampa Holê ve zêdetirî 150 kes di nav de jin, zarok û mêr hatine kuştin.
Têkildarî bûyerên kuştina jinan ku di vê dema dawî li Kampa Holê rû didin, Rêvebera Kampa Holê Hemrîn El-Hesen ji me re axivî.
"Me di 2022'an de kuştina 19 jinan ji 27 kuştiyan belge kiriye"
Hemrîn El-Hesen di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku wan di sala 2022'an de 27 rewşên kuştinê belge kirine û wiha domand: "Me ji destpêka 2022'an ve kuştina 19 jinan ji 27 kuştiyan di hundirê kampê de belge kiriye. Ev yek jî zêdebûna tundî û kuştina di nava kampê de bi taybetî li dijî jinan eşkere dike, ku xeterî her ku diçe zêde dibe û dibe ku rojekê em nikaribin wê kontrol bikin. Sedema herî girîng ji van kuştinan û taybet ji bo jinan ew e ku êdî ew dixwazin xwe ji zîhniyeta DAIŞ'ê ya tundrew rizgar bikin. Ji lewre baskê DAIŞ'ê yê rast jinên (El-Hisbê) ku artêşa wan e, van jinan dikujin û wekî peyamekê ji her kesê/î re radigihînin ku ev çarenûsa a/ê ku ji riya me derkeve û riyeke din hilbijêre."
"Ji ber ku pirsgirêkeke cîhanî ye divê welatên pêwendîdar destwerdanê bikin"
Hemrîn El-Hesen da xuyakirin ku Kampa Holê nîşaneya zîhniyeta tendrew a DAIŞ'ê ye û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Kampa Holê ne wekî her kampê ye, li vir zarok û jinên DAIŞ'ê roj bi roj mezin û xeter dibin. Kampa Holê nîşana zîhniyeta DAIŞ’ê ya tendrew e û xeteriya wê ji berê zêdetir dibe. Taybet bêyî ku dewlet li hemwelatiyên xwe vegerin û wan bigrin. Ji lewre ev yek dibe pirsgirêkeke cîhanî ku divê welatên pêwendîdar ji bo çareserkirina wê destwerdanê bikin, ji ber ku roj bi roj ev pirsgirêk mezin dibe."
"Karkerên jin ên dixwazin jinên DAIŞ'ê hişyar bikin dibin hedefa êrîşan"
Hemrîn El-Hesen da payin ku karekerên jin di warê mirovî û têgihîştinî de dixebitin dibin hedef û wiha pêl da gotinên xwe: "Karkerên jin ên di warê mirovî de dixebitin li kampê ji jinên DAIŞ û zarokên wan re xizmetê dikin da ku rê li ber hişmendiya DAIŞ'ê bigrin û ji ramanên tundrew bihêlin dûr bikevin û vegerin rastiya xwe, dibin hedefa jinên DAIŞ'ê. Jinên DAIŞ'ê bi ramana xwe ya tundrew hişmendiya xwe ya tarî didomînin. DAIŞ tu fikreke din ji derveyî xwe qebûl nake, bi taybetî di hundirê kampê de ku bi hezaran malbatên wan hene. Lewma hemû kesên bi niyet in ji bindestiya wan derkevin dibin hedefa êrîşan."
"Yan hemwelatiyên xwe bigrin yan jî dadgeheke navdewletî ava bikin"
Hemrîn El-Hesen got ku hebûna jin û çeteyên DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pirsgirêkeke cîhanî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pirsgirêka jin û çeteyên DAIŞ'ê ne pirsgirêkeke ku tenê me elaqeder dike ye ya hemû cîhanê ye. Ji ber vê yekê welatên ku hemwelatiyên xwe nagirin û vê pirsgirêkê ji bîr dikin û paşguh dikin divê bi erkên xwe rabin û gavên şênber ji bo çareseriya vê pirsgirêkê biavêjin. Yan jî divê ku Dadgeheke Navdewletî li vir were avakirin da ku edaleta ji bo mexdûran pêk were."