Helîma Mihemd: Ramanê Ocalan riya xelasiya ji bindestî û koletiyê ye
Endama Rêvberiya Kongreya Star a bajarê Hesekê Helîma Mihemed diyar kir ku armanca tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan qirkirina hemû pêkhateyên herêmê ye.
RONÎDA HACÎ
Hesekê - Dewlata Tirk a dagirker li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda giran dide meşandin. Rixmî ku parêzer û malbat gelek caran ji bo hevdîtinê serlêdan li dadgehê kirine jî heta niha tu bersivên erênî nehatine dayîn. Tecrîd li her aliyên Kurdistanê cihê nerazîbûnê ye. Endama Rêvberiya Kongreya Star a bajarê Hesekê Helîma Mihemed axivî.
“Bi tecrîdê dixwazin rê li ber belavbûna felsefeya Demokratîk bigrin”
Helîma Mihemed da zanîn ku ramanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêviya hemû netewên bindest e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Fikirê Rêber Apo hêviya hemû netewên bindest e, ji ber tirsa ji ramanên wî, tecrîdek girankirî li ser tê maşandin. Eger îro pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Suriye yê di nava aştî û demokrasiyê de dijîn, berhemê fikirê Rêber Apo ye. Dewleta Tirk dixweza Rêbertî ji gel û tevahî cîhanê qut bike. Bi vê yekê hewl didin pêşî li ber Raman û felsefeya Rêber Apo bigirin. Ji ber ku felsefeya Serok Apo demokrat û aştiyane ye û kilîta çareseriyên pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.”
“Fikirê Rêbertî kanî û hêviya azadiyê ye”
Helîma Mihemd tekez kir ku jinê bi riya naskirina ramanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rastiya xwe nas kir û wiha domand:” Jin beriya 5 hezar sal kirasê koletiyê lê hatiye pêçan, di riya ramanê rêbertî de jin dîrok û rastiya xwe naskir û rêka berxwedanî û têkoşîna li hember hişmendiya baviksalarî hilbijart da ku jiyanek azad bide rûşkanidn . Bi taybet jinên pêkhateyên Ereb ramanê Rêbertî ji bo wan kanî û hêviya azadiyê ye. Îro bi saya fikir û felsefeya Rêber Ocalan jin di nava hemû pêkhateyan xeta azadiyê da pêşiya xwe . lewma îro em dibêjin xwediyê me Rêber Apo ye. Em banga bilindkirina asta têkoşînê dikin da ku em fikir û felsefeya wî bighînin her jinekê.”
Helîma Mihemed bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku hevgirtina xwe xurtir bikin da ku rê li ber pilanên qirkirinê were girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bakûr û rojhilatê Sûriyê wekî bexçeyek dagirtî bi gulên renga reng e. Di bin sîwana Rêvberiya xweser her pêkhate cihê xwe girt. Hemû pêkhate fikir û ramanê rêbertî riya xelasiyê ji bindestiyê dîtin lewma pê girêdayîn e. Êrîşên ku li ser herêmên me tê kirin li ser her pêkhateyî ye, ev êrîş berdewama komploya ser Rêber Oaclan e. Emê bi hevgirtina xwe asta têkoşînê bilind bikin û Rêber Apo azad bikin”.