Helepçe û komkujiyên meha Adarê

Helepçe li Kurdistanê hestên netewî û raperîn avakir 12’ê Adarê jî hêviyên şoreşa gelan şiyar kir û bi ew hêvî bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re gihişt zîrveyê.

RONAHÎ NÛDA

Navenda Nûçeyan - Gelê Kurd bi serhildan û raperîna xwe tê nasîn. Ji ber dagirkerên Kurdistanê hertim dixwazin gelê Kurd qir bike, lewra li gel qirkirina çandî, înkar kirin, bê nasname hiştinê qirkirinên fizîkî jî hertim wekî bijareka sereke li hember Kurdan hatiye bikaranîn.  Li hember êrişên bi armanca qirkirina çandî û fizîkî ser gelê Kurd herdemî bi têkoşîn û berxwedana şerê parastina hebûnê meşandî ye. Di dîroka nêz û dûr de jî raperîn û serhildanên Kurdan yên çêbûne çawan ku bîra Kurdewarî zindî hiştine, her wiha nîşan daye ku Kurdan ti awayî  qirkirin û dagirkerî wekî çarenos qebûl nekirin e. Vî rihê berxwedêr ê Kurdan dagirkerên Kurdistanê ewqas bê çare hiştine ku, lewra serî rêbazên çavsorane yên sûçê şer û sucên mirovî dane.  Bi vê hêrsê dagirkerên Kurdistanê tevî salên dirêj li dijî Gelê Kurd her cure êriş pêk anîbin jî lê ji ber negihaye armanca xwe lewra serî li komkujiyên bi armanca qirkirinê dane û bê hesap jî gazên kimyawî yên jehrî li hember kurdan  bi kar anîne.  

Di sala 1920’an êrişên bi gazê jehrî yên li hember serhildêrên Serhildana Şêxmehmûdê Berzencî yek ji wan e. Bi berdewamî li hember serhildêrên sedsala 20’an yên bakurê Kurdistanê de jî gazê kimyawî hatine bikaranîn û bê hesab sucê şer dikin û bê ku ji cihanê veşêrin jî dikirin manşetên rojnameyan. Manşetên Rojnameyên ku dibêjin, “Mîna Mişkan hatin jehrkirin” belgeyên sucên şerin.  Heman zihniyetê ruyê xwe herî hovane vêcarê   bi Komkujiyan Helepçeyê nîşan da. Di  16’ê Adara 1988’an de Rejîma Saddam gazên jehirê bajarê Helebçe li hember silavîlan bikar anî  û di encama vê yekê de  5 hezar Kurd hatin qetîlkirin, bi hezaran kes jî seqet man. Dîrokên cuda de lê heman hişmendîyê vê carê ruyê xwe yê qirkir û kirêt li Qamişlo nîşan da. Di 12’ê Adarê de li Qamişlo Rejîma Baas ji bo fitne di nava kurd û ereban de derxîne êrîşî kurdan dike û li wir jî komkujî pêk tîne. Gel ji bo tola zarokên xwe rakin, bi ruhê serhildanê meşa xwe ya azadiyê veguherindan serhildana gelan.

Di salên 1920’an de li dijî Kurdan bikaranîna gazên jehrî

Di salên 1920’an de li dijî berxwedana Şêx Mehmûd Berzencî ya li Silêmaniyê- Başurê Kurdistanê, Îngîlîzan bi balafirên şer gazên bi jehir avêtin û ji 5 heta 10 hezar kurd hatin qetîlkirin. Di salên 1937-1938’an de di dema qirkirina Dersîmê de dewleta tirk gazên jehir bi kar anî û di encamê de 70 hezar mirov hatin qetîlkirin. Rejîma Saddam di 16’ê Adara 1988’an de bi gazên jehir êrîş bir ser bajarê Helebçe ya Başurê Kurdistanê û nêzî sinorê Îranê ye. Li Helepçe piraniya wan ji jin û zarok 5 hezar kes hatin qetîlkirin. Ev êrîş mîna “Komkujiya Helebçeyê” cihê xwe di dîroka kurdan de girt. Li hember gerilîyên Kurdistanê yên ku tekoşîna zadiyê dimeşînin bi caran gazên kimyawî hatin bikaranîn. Yek ji van mînakan di salên 2016’an de li Bakurê Kurdistanê di berxwedana YPS’ê de cardin gazên jehrî ji aliyê dewleta tirk ve li hember sivîlan hate bi karanîn. Dîsa dewleta tirk a dagirker di êrîşa xwe ya li dijî bajarê Efrîn û Serêkanî – Bakur û Rojhilatê Sûriyê gazên jehirî  bi caran bikar  anî. Dewleta tirk di 2020’an de di êrişa dagirkerina Başûrê Kurdistanê de, li hember geriliyanên bergirtiya dagirkeriyê dikin,  ji metîna bigre heta zap û zagrosan bê hesap li hember şervanê azadiyê gazên jehrî hatin bikaranîn.

Di pêvajoya Seddam Husên de komkujiyên ser gelê Kurd hatine kirin

Di pêvejoya Seddam Husên de li Başurê Kurdistanê li dijî Gelê Kurd êrîşên pir dijwar pêk hatin. Rejîma Baas a Iraqê di salên 1986-1989’an de ‘Pêngava Enfalê’ dan destpêkirin. Divê pêngavê de li dijî kurdan êrîşên mîna bombebaran, gazên jehrî, qetlîamên komî, şewitandin, koçberî û êrîşên cur be cur tên pêk hatin û koçberkirina bi darê zorê  hat ferizkirin. Di van êrîşan de bê ku jin, zarok, pîr û kal bên guhdarkirin nêzî 200 hezar mirov hatin qetîlkirin û nêzî 4 hezar û 500 gund tên xirabkirin. Her wiha milyonek mirov neçarî pênaberiyê tê kirin. Dibistan, camî û nexweşxane têne şewitandin û xirabkirin.

Enfal

Enfal navê komkujiyekê li Başurê Kurdistanê ye û ji aliyê sazûmaniya Rejîma Baas a Iraqê ve tê pêk anîn. Enfal weke rêzetevkujiyan tê zanîn. Pêla dawî ya Enfalê di 23’yê Sibata 1988’an de li dijî hêzên YNK’ê li bajarê Silêmanî destpêdike. Li dola Caf tevkujî destpêdike û di 6’ê Îlona 1988’an de li bajarê Zaxoyê bi dawî dibe. Ji Zaxoyê heya çiyayê Hemrînê tu wargehekî Kurdan nayê hiştin. Dîsa Qeladizê, Şivan, Axçeler û gelek navçe tên ruxandin. Li gorî agahiyên saziyên navneteweyî derdora 182 hezar kurd hatine windakirin û gelek ji wan di goristanên komê tên dîtin.

Jenosayda Helebçe

Pêngava enfalê  ku qirkirina kurdan bi her awayî tê hedef kirin, di salên 1988-1989’an de dighêje lûtkeyê û di 16’ê Adara 1988’an de li dijî şeniyên bajarê Helebçê  gazên jehirî hate bikaranîn û li wir komjiyek mezin hate kirin. Ji ber wê 16 Adarê di rûpela dîrokê de roja  komkujiya herî giran e. Li gor agahiyan jehira ku hatiye bi kar anîn bêhna sêvê ye û gazekî ku sînîra mirovan bandor dike hatiye bi kar anîn. Di vê komkujiyê de nêzî 3-5 hezar mirov jiyana xwe ji dest didin û 7-10 milyon mirov jî birîndar dibin. Piştî vê êrîşê û bi kar anîna çekên kîmyewî de de nexweşiyên cur be cur derketin holê û ji wan yek jî zayina bê tenduriste. Ev komkujî ji aliyê Elî Hesen Majît bi kîmyasala Elî tê nasî ve tê kirin. Ev êrîş weke êrîşa li ser hebûna kurdan jî tê zanîn. Dadgeha bilind a Iraqê di 1’ê Adara 2010’an de vê komkujiyê dipejirîne. Her wiha Saddam Hisên jî di 5’ê Mijdara 2006’an de, li dijî mirovan sûckir hate îdam kirin.

Bi komkujiya helepçe jî nekarin rihê kurdan yên berxwedêr têk bibin. Berevajî van komkujiyan zanista kurdan netewî bihêztir kir, li hember hişmendiya qirker hêrs û kîna serhildêrên Kurdan zêdetir kir. Ji ber wê ye ku bi komkujiya helepçe jî nikarin kurdan tine bikin, yan jî bi tirsê radest bigrin. Ev rihê berxwedêr yê nemir ê kurdan her bi rihê raperînan li giştî Kurdistanê zindî ma.

Bi 12’ê Adarê re serhildana gelê Kurd destpêkir

Di sala 1958’an de di dema Serokatiya Cemal Ebdulnasir de siyasetên erebkirinê yên şocvenîst li dijî kurdên Sûriyê destpêkir. Siyaseta erebkirinê yên li dijî kurdan pêk hatin bi sed hezaran kurd ji nasnameya Sûriyê bê par hatin hiştin. Bi van polîtikayan kurd li ser axa wan kirin koçber û biyanî. Nasmeya wan dema dibûn 14’ê salî dihate dayîn.  Ev siyaset heta dema Rejîma Baas jî hate li ser hikûm dewam kir. Pilana kembera ereban li herêmên kurdan ji sala 1965’an destpêkir. Di sala 1973’an Rejîma Baasê bi awayekî pratikî projeya Kembera Ereban li herêmên kurdan,  siyaseta xwe pêk tîne. Armanc ji vê siyasetê ew bû ku demografiya herêmên kurdan bigohêrînin.Her wiha li gor zagona îslahê ya çandinê ku çend dar bên çandin hate diyar kirin. Heta beriya şoreşê jî qedexe bû ku kes li ber mala xwe ango di erdê de daran biçîne. Piştî Rejîma Baas bi dewleta tirk re peymana Adana îmze dike, bi siyasetên birçîkirin û koçberkirina ji erdên kurdan ber bi Şamê û bajarên mezin ên Sûriyê ve û têkbirina tevgera siyasî, xwestin hebûna kurdan ji holê rabikin.

2003’ê Partiya Yekîtiya Demokratîk

Li dijî van êrîşan gelê kurd tucaran dev ji israra xwe ya azadiyê berneda û hêza xwe ya sereke ji gelê xwe girt. Bi vî rihî di Îlona 2003’an de Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku hêza xwe ya sereke ji gel digire hate damezrandin. Partiya PYD’ê daxwaza bidestxistina mafê Gelê kurd çalakiyên siyasî da meşandin û karibû bibe dengê kurdên Rojavayê Kurdistanê.   

Serhildana 12’ê Adarê veguherî şoreşa gelan

Di 12’ê Adara 2004’an de şêniyên bajarê Qamişlo li saheya fitbolê Beledî li benda maça fitbolê ya di navbera tîma Cîhad û tîma Fitiwa ya ji Dêrazorê li dar xistin. Beriya ku maç destpêbike, tîma Fitiwe ku ji Dêrazorê hatibûn, dirûşmeyên siyasî yên Rejîma Seddam Hisên temsîl dikir silav dikirin û kurdan  tewanbar dikirin. Hêzên hikûmeta Sûriyê aliyên ku piştgiriya her du aliyan dikin li heman cihî bi cih kirin. Armanc, cardin  qirbikina kurdan bû. Ji carekê ve alîgirên tîma Fitiwe(Dêrazor) bi kevir û çekan êrîşî alîgirên tîma Cîhad kirin û di carekê de kotrola hêzên ewlekariya Sûriyê herder dorpeç kirin. Piştî ku gelek kes ji alîgirên tîma Cîhad birîndar bûn, di her du aliyên saheyê de şer rû dide û gule bi awayekî zanebûn li ser sivîlan dihate reşandin. Di encama vê êrîşî de 3 ciwanên kurd jiyana xwe ji dest didin û bi dehan jî birîndar dibin. Piştî bûyerê gelê kurd rewş protesto dike, dikanên xwe digirin û dadikevin qadan. Gel bi hêrsekî mezin hêrsa xwe li hember Rejîmê tîne li ser ziman û li seranserî bajarê Qamişlo xwepêşandan destpêdike. Piştî rojekê bi deh hezaran kes beşdarî oxirkirina cenazeyên her sê şehîdan dibin, Rejîm da ku şêniyan ji hev veqetîne hêzên ewlekariya Rejîmê êrîş dike û di encamê de li ser şêniyan cardin gule dibare û bi dehan sivîlên ku di nav de jin û zarok hene jiyana xwe ji dest didin û birîndar dibin.

Serhildana Qamişlo belavî seranserî Rojavayê Kurdistanê bû

Ev serhildana kurdan ji Qamişlo heta, Dêrîk, Amûdê, Hesekê, Kobanê, Efrîn û taxên kurdan li Reqa û Helebê belav bû. Her wiha ev serhildan gihîşt paytexta Sûriyê- Şamê jî. Di xwepêşandanê de armanc ew bû ku Gelê Kurd mafê xwe bi dest bixe, kuştina kurdan bisekîne û dîlgirtiyên xwe rizgar bikin. Lê Rejîma Baas da ku serhildana gelan têk bibe hêz û çekên xwe bi kar dianî. Her wiha di nava xwepêşandanê de li navçeya Dirbesiyê û Amûdê ku girêdayî Kantona Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, du peykelên Rejîma Sûriyê hatiye ruxandin. Rejîm li bajarê Kobanê jî ji ber serhildana gelan têk bibe, gule li ser welatiyan direşîne. Tu hêz û çek serhildana gelan neda sekinandin da ku gelê Kurd tola xwe ji Rejîmê hilîne, herdem riya têkoşînê hilbijartin. Îro ew ruh û azwerî bi şoreşê re gihîşt lûtkeyê. 

Rejîmê dest bi girtinan kir

Piştî serhildana 12’ê Adarê, Rejîma Baas ji bo îrade û serhildana Gelê Kurd bitepisîne, leşkerên xwe li hemû herêmên ku kurd lê dijîn bi cih dike. Her wiha dest bi pengava girtinê dike ku belavî tevahî herêmên kurdan dike. Di wê pêngavê de nêzî 5 hezar kurd tên girtin û binçav kirin. Kesên ku dihatin girtin ji 20 heta 30 salî ceza li wan dihate birîn, her wiha yên ku muebet jî dihate birîn hebûn. Di heman demê de Kesên ku dihate girtin jî, ji ber îşkenceya Rejîma Baasê jiyana xwe ji dest didan jî hebûn. Her wiha piştî bûyerê Gelê Kurd bi boneya bîranîna zarokên xwe diçûn li ser gorê zarokên xwe, lê cardin Rejîm cardin bi êrîşên xwe yên guleyan êrîşî gel dikirin, lê gel cardin bi israr û têkoşîna xwe zarokên xwe bi bîr dianin.  

Serhildana 12’ê Adarê bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re bi wate bû

Gelê Kurd ku bi wêrekî, azwerî, berxwedan û têkoşîna xwe tê nasîn. Serhildana 12’ê Adarê bû bingeha bi rêxistinbûna gel ku mafên ku ji dest hatibûn girtin, bigirin. Di wan salan de hemû kar û xebat bi awayekî veşartî dihate meşandin, ruxmê zor û zehmetiya Rejîma Baas gel tucaran israra xwe ya azadiyê bernedan. Her ku qedexe ji bo wan derdiket, gel jî bi awayekî veşartî bersiva êrîşan dida. Piştî 6 salan ji serhildana Qamişlo, gelên herêmê li dijî hikûmetê rabûn ser piyan û bihara ereban veguherî bihara gelan. Ev serhildana gelan ji Tunis, Misir, Lîbya û Yemenê dest bê kir û pergala dîktator ku xwe li ser gel dîdîtin, ji desthilatariyê xistin. Di 15’ê Adara 2011’an gelê Sûriyê daketin qadan û heman daxwaza xwepêşandêrên Qamişlo ya sala 2004’an xwestin. Serhildana 2004’an bingehek saxlem ji şoreşa Rojava ya 19’ê Tirmehê re ava kir. Serhildana 19’ê Tirmehê ku ji Kobanê destpêkir, ruhê Serhildana 12’ê Adarê temam kir. Piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê, dema stadyûma ku şer lê qewimiye kete destê Gelê Kurd, navê stadyûmê bû 12’ê Adarê. Piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê her sal bi boneya bîranîna şehîdên 12’ê Adarê tîma Fitbolê ya Dêra Zor û tîm Cîhad Qamişlo tên gel hev û maç dileyîzin.

Bi wekheviya gelan şoreş hate parastin

Piştî 18 sal ji serhildana Qamişlo, gel bi pergala netewa demokratîk xwe bi rêve dibe û di vê pergalê de hemû pêkhateyên ku di herêmê de dijîn mîna Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryan, Keldan, Çerkes û Ermen cihê xwe têde digirin. Her wiha pêkhate bi çand û dîroka xwe tevdigerin û rêxistinbûna xwe ava dikin. Bi pêşengtiya Gelê Kurd, hemû pêkhateyên herêmê karibûn serhildana 2004’an biparêzin û her rojê zêdetir xwedî derdikevin. Bi pêşketina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate avakirin û hemû pêkhate cihê xwe têde digirin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê karibû bi hêzên xwe yên leşkerî herêmên xwe ji desthilatdaran biparêzin û gavên mezin ên siyasî û dîplomasî karibûn avakirin.