Helebî li hemberî komployê meşiyan

li dijî tecrîda girankirî ya ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin bi sedan ciwanên Helebê daketin qadan û banga azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Heleb- Bi boneya nêzîkbûna salvegera komploya navdewletî ya ku di sala 1999’an de pêk hatî û di encamê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat dîlgirtin, Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Helebê bin dirûşma “Bi rihê berxwedaniya hevgirtina gelan em ê komploya li ser Rêber Apo bi dawî bikin” meşiyan. Di meşê de bi sedan ciwanên taxê, endamên Yekîtiya Jinên Ciwan û endamên sazî û rêxistinên sivîl amade bû. Meş ji pêşiya çerxereya Şehîd Destîne ya ku dikeve taxa Şêx Meqsûda Şerqî dest pê kir, heya hola 7 Şehîdan a ku dikeve taxa Şêx Meqsûda Xerbî dewam kir. Beşdaran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên yekîtiya Jinên Ciwan û ala Kongra Star her wiha pankertên bi nivîsa “Li dijî komployê tolhildan,
dem dema azadiya Rêber Apo ye” hildan.
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtinê rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Helebê Nadiye Yusif axivî û wiha got: "Hêzên navdewletî ji bo qirkirina Kurdan di vê sedsalê de pêkbîne 15’ê Sibata 1999’an bi komployekê ku destê piraniya dewletên cîhanê têde heyî bi serkêşiya Amêrîka, Îngilîstan, Îsraîl, Tirkiye û bi hevkariya PDK’ê, Rêber Apo dîlgirtin. Ev roj ji bo tevahî cîhanê rojekî reşe, bi tayîbetî ji bo gelê Kurd roja qirkirinê ye. Şerên ku li çar aliyên Kurdistanê rû didin û şerên ku bi her cûreyî li ser gel tê meşandin weke berdewamiya komployê gerek were pênasekirin. Bi dehan jin û ciwanên Kurdistanê ji bo ku komplo vala derbixin li derdora Rêbe Apo bûn xelekeke ji agir û gotin 'Kes nikare roja me tarî bike.' Çawa ku Rêber Apo rêxistina jinan û ciwanan emanetî me kir, em ê jî layêqî wê amaneta pîroz bin û em ê xwedî lê derkevin. Heta ku em pergala Îmraliyê ne rûxînin kêliyekê jî rehet najîn. Em soz didin ku em ê komploya navdewletî vala der bixnin. Êdî dem hatiye ku em bi rêbertiya xwe re fîzîkî bijîn. Tola me tola hezaran salane û soza me azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo ye.” 
Meş bi dirûşmên “Bijî Rêber Apo” û “Bimire hêzên dagirker” bi dawî bû.