Hejmara nû ya kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz derket

Hejmara meha Tîrmeh û Tebaxê ya Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz bi berga “Bi xweparastinê ber bi rêxistinbûnê ve, bi ruhê pêngavê ber bi serkeftinê' ve derket.

Navenda Nûçeyan- Hejmara meha Tîrmeh û Tebaxê ya Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz bi berga “Bi xweparastinê ber bi rêxistinbûnê, bi ruhê pêngavê ber bi serkeftinê' hat weşandin.

Kovara ku mijara xweparastinê girtiye dest, behsa pêwîstiya pêvajoyê ya ji bo jinên ciwan dike û her wiha berxwedan û ruhê pêngavê dihûne.

Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz, erkên pêvajoyê bi perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo jinên ciwan ronî dike û bi nivîsên cuda yên dosyayê bala xwendekaran dikşîne.

Di beşa portreyan de li ser jiyana yek ji fermandarên ewil ên gerîla şehîd Mîhrîban Saran (Azîme) tê sekinandin û di beşa îdeolojiyê de jî cih dide nivîsên Zîn Meletiyê. Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz, Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê û Pêngava 15'ê Tebaxê bi rengekî xurt dinirxîne, wê bi hejmarên xwe yên nû weşana xwe berdewam bike.