Hejmara rojnamegerên hatin binçavkirin bû 6
Hejmara rojnamegerên di serdegirtina malan de hatin binçavkirin derket 6’an.
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/01/20250117-20250117-690x390cc-6-gazeteci-gozalti-1-jpgcd3dbf-image-jpg6191f4-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de yên ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hate meşandin, li Wan, Stenbol û Mersînê hejmara rojnamevanên hatin binçavkirin zêde bû.
Rojnamevan Reyhan Hacioglû li Wanê, Necla Demîr, Rahîme Karvar û Ahmet Guneş li Stenbolê, Vedat Oruç li navçeya Tarsûs a Mersînê hatin binçavkirin.
Welat Ekîn jî bi hinceta ku îfadeya wî bê wergirtin li Stenbolê hate binçavkirin.