Hejmara nû ya Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê derket
Hejmara 30’emîn a Pêveka Jinê ya Rojnameya Yenî Yaşamê ket destên xwînerên xwe. Yenî Yaşamê Di hejmara xwe ya nû de bal kişand ser qeyrana aboriyê.
Navenda Nûçeyan- Pêveka Jinê ya Rojnameya Yenî Yaşamê, bi berga “Barê qeyrana aboriyê herî zêde li ser jinan e: Guhertinek ji kokê ve şert e” hat weşandin. Di hejmara 30’emîn a pêveka jinan a ku her ji 15 rojan carekê derdikeve de, nivîsên Ayşe Duzkan, Necla Akgokçe û Nebîle Irmak bal kişandin ser qeyrana aborî û xizaniya jinan.
Mijarên ku di Pêveka Jinê de cih digrin wiha ne:
Em ji metbexê heta fabrîkayê mafê keda xwe dixwazin! (*) / Necla Akgokçe
Kolan dibêje “guhertinek ji kokê ve şert e” / Hevpeyvîn - Oznur Deger
Li ser jinbûna xizaniyê / Ayşe Duzkan
Azadiya mayînê, azadiya tevgerê / bi Liam Hough-Harsha Walia re hevpeyvîn
Muxalefeta ku ji kolanan ditirse hêviyê nade xizanan / Nebîle Irmak Çetin
Vebûna giloka sor - Di çanda Elewîtiyê de Dayik / Saîme Topçu
Rêxistina Mafên Refahê ya Navneteweyî, ji bo Emerîkayiyên reş edaleta aboriyê dixwest / Jacqui Germain