Hejmara nû ya Newaya Jin bi manşeta “Jin Jiyan Azadî” derket

Rojnameya mehane ya jinan Newaya Jin bi manşeta “Formula têkoşîna sedsala 21’ê: Jin Jiyan, Azadî” hejmara meha Cotmehê derxist û dest bi serdema weşana xwe ya nû kir.

Navenda Nûçeyan- Hejmara meha Cotmehê ya Newaya Jin bi sernavê “Formula têkoşîna sedsala 21’emîn, Jin, Jiyan, azadî” derket. Hejmara 211’an ya rojnameya mehane ya jinan Newaya Jin a li Ewropayê tê amadekirin, derket. Di vê hejmara rojnameyê ku bi manşeta "Formula têkoşîna sedsala 21'ê: Jin Jiyan, Azadî" hat weşandin de mijarên girîng hatin destgirtin. Di hejmara Cotmehê de bal hat kişandin ser Îran/Rojhilat, Rojhilata Navîn û şoreşa jinên cîhanê. Newaya Jin ku bi hejmara xwe ya 211’an dest bi weşana xwe ya nû kir, mijarên bi sernavê Şehîdên Cotmehê, Sîstema Îşkenceya Îmraliyê, 3’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê, Ekolojî, aboriya jinan, nifşên ciwan û huner hatin destgirtin.

Tiştên ku piştî qetilkirina Jîna hatin jiyîn

Nivîskarên rojnameyê Çîmen Aras û Yurdusev Ozsokmenler, peyamên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin, nirxandin. Nivîskaran bal kişand ku berxwedana civakî ya bi pêşengiya jinan di heman demê de peyama xwedîderketina li mafên jinan û jiyana jinan e. Nûjiyan Amed ku yek ji nivîskarên nû yên rojnameyê ye, zîhniyeta ku sîstema dewleta Îranê li ser hatiye avakirin, nirxand.

Sala Antî-Lozan

Hêja Zerya got; “Ev nîşana wê yekê ye ku gelê Kurd û gelên din serhildana jinan, çarşefa reş, ala reş û siya faşîzma reş qebûl nakin.” Hêja Zerya li ser Peymana Lozanê, polîtîkayên mêtingeriyê û qirkirinê nirxand.

Pergala Îmraliyê nirxand

Gonul Kaya 25’emîn salvegera Komploya 9'ê Cotmehê û Sîstema îşkenceya Îmraliyê nirxand. Kaya anî ziman ku hilweşandina Sîstema Îmraliyê erka herî bingehîn a mirovahiyê ye û got: "Li dijî qanûnên mêtinger û qanûnên qetlîamê berxwedan, hebûna xweparastin û ji bo heqîqetê têkoşîn tu carî sûc nîn e."

“Mîrasa Kurdistanê”

Yek ji rojeva sereke ya rojnameyê artêşa jinan e. Cejna Mazî û Şîmal Ulkem Guneş li ser 30’emîn salvegera artêşa jinên Kurd û şehîdên Cotmehê nivîsandin. Nivîskaran diyar kirin ku şehîdan mîrateyek bêdawî ya têkoşînê li pey xwe hiştine û ev tişt gotin: “Wan bi ked, zanîn, cesaret û sebra xwe wateya demê hûnandin. Wan pêşengiya şerekî dijwar kirin. Niha artêşa jinan ji bo tevahiya Kurdistanê mîras e. Ji ber vê yekê Bêrîtan xetek e û vê xetê jî riya têkoşînê ji me re diyar dike. Çiqas nifşên jinên ciwan bi saya vê xetê vejiyan e. Di vê xetê de jin li dijî her cure desthilatdariyê hînî şer bûn.”

Delal Nurhak nehat jibîrkirin

Çîroka jiyana têkoşînê ya 33 salan a Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Delal Nurhak a di 13’ê Îlona 2019’an de li Qadên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, ji aliyê Songul Omurcan ve hat nivîsandin. Omurcan got; "Hevala Delal yek ji kadroyên pêşeng e ku bi rêxistinbûna ji bingehê, bi beşdarbûna çalakiyên ji bingehê û bi hûnandina demokrasiye pergala jinan ava kir.”

Fusun Erdogan behsa Konferansa Jinan kir

Rojnamevan Fusun Erdogan ku naverok û encamên 3’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê ya bi dehan jinên ji 42 welatan li Tûnisê hatin cem hev şîrove dike, li ser şerên emperyalîst, şîdeta li ser jinan, çîna karker û têkoşîna jinan, krîzên aborî û xweserî nirxand.

“Serî netewand”

Roza Metîna êrîşa 'serî tewandinê' ya li hemberî Semra Guzel nirxand û bi bîr xist ku rejîma AKP'ê bi rakirina perspektîfa jina azad dixwaze nasnameya jina heyî di bîra civakî de bihelîne.

Ekolojî û kategoriyên ekonomiya komunal

Newaya Jin di serdema weşana nû de kategoriyên 'ekolojî', 'ekonomiya komunal' û 'nifşa ciwan' sererast kir û li ser mijarên girêdayî naverokê cih girt. Stara Ezda polîtîkayên aborî yên komunal û avakirina aboriya jinê li Rojava nirxand, Sultan Gulsûn jî di sernavê ekolojiyê de riya “Di lêkolîna Petropolîtîk Cli-fi de Zanista Avê” şopand.

Aktivîsta ciwan Zeynep Ayten bal kişand ser bandorên polîtîkayên şerê taybet ên li ser jinên ciwan, Berfîn Guneş jî nîqaşên 2’yemîn Kampa Jineolojiyê ya Ewropayê ku di meha Tebaxê de li Fransayê pêk hat parve kir.

Hevpeyvîn bi Koma Amara re

Yek ji xalên girîng ên hejmara meha Cotmehê jî hevpeyvîna bi koma muzîkê ya jinan Koma Amara re ye. Endamên Koma Amara di hevpeyvîna xwe ya bi zaravayê Kirmanckî de bersiva pirsên rojnameyê didin.

Hesabê nû yê rojnameyê: @Newayajin2005              

Hûn dikarin li ser malpera rojnameyê newayajin.net jî xwe bigihîjînin hejmara meha Cotmehê.