Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
Hejmara 194’an a Kovara Jinê, bi berga ‘Di Avakirina Civakeke Aştiyane û Demokratîk de Elewî’ hat weşandin. Di vê hejmarê de bal li ser cihê jinên Elewî di têkoşîna civakî, rizgariya jinan, aştî û bîra dîrokî de hatiye rawestîn.
Navenda Nûçeyan – Kovara Jinê ku her hefte roja Yekşemê tê weşandin, hejmara vê hefteyê ya 194’an bi berga ‘Di Avakirina Civakeke Aştiyane û Demokratîk de Elewî’ derket pêşberî xwendevanên xwe. Di hejmara nû de gotarên cûrbecûr têgihîştina Elewiyan a li ser wekhevî û razîbûnê, rewşa civakî ya jinan, avakirina aştiyê û bîra dîrokî hene. Kovar balê dikşîne ser têkiliya di navbera Elewîtiyê û civaka demokratîk û nîqaşên li ser rizgariya jinan û aştiya civakî ronî dike.
Hemû sernavên di hejmara nû de ev in:
* Ji Wekheviya Baweriyê Ber bi Azadiya Jiyanê ve: Jinên Elewî û Civaka Demokratîk/ Ebru Ozel
* Şiyarkirina Çirayê: Jin, Aştî, Bîr û Îqrar/ Derya Yildiz
* Elewîtî, Jin û Dayîka Pîroz: Bingehên Ontolojîk û Îlahiyatî yên Elewîtiya Kurd/Dilşa Denîz
* Aştiya Gerdûnî ya di Civaka Razîbûyî de/ Hatîce Çevîk
* Seyîd Riza/Yuksel Mutlu