Hejmara nû ya Kovara Jin derket
Hejmara nû ya Kovara Jin bi berga “Bi zimanê zikmakî ber bi azadiye ve” derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan- Hejmara 104’emîn a Kovara Jin ku her hefte roja Yekşemê tê weşandin manşeta “Bi zimanê zikmakî ber bi azadiye ve” derket pêşberî xwendevanên xwe. Di hejmara nû ya Kovara Jin de girîngiya zimanê dayikê hat vegotin û bal kişand ser zextên li ser zimanan.
Kovarê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, cih da zimanên Kurdî, Ermenî, Suryanî, Hemşînî, Farisî, Erebî û Tirkî.
Hemû sernavên di hejmara nû de ci girtin ev in:
*Deriyê zimanê dayikê / Saliha Ayata
*Ziwan; Xoverdayox o / Gulçîn Adar
*Hamşetsik û Lizun / Huriye Şahîn
*Suryankî / Theodora Hobîl
*Մայրենի / Kayuş Gavrilov Çalıkman
*Zimanê mecbûrî û Ez / Esed Kedro
*Zimanê zikmakî li Rojhilata NAvîn / Sara Sobhanî
*Zimanê dayikê û zayenda civakî / Işil Unal