Newaya Jin bi sernavê “Ev ax dê mehkûmî tarîtiyê nebe” derket

Hejmara 230 ya Neweya Jin ku li Ewropa tê weşandin, bi manşeta “Ev ax dê mehkûmî tarîtiyê nebe” derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan – Hejmara meha Gulanê ya rojnameya jinan a mehane ku li Ewropayê tê weşandin, bi xwendevanan re hat cem hev. Di rojnameya ku bi manşeta "Ev ax bi tarîtiyê nayê têkbirin" de bal hat kişandin ser berxwedana jinên Kurd a li dijî êrîşên pergala kapîtalîst û dewleta Tirk.

Polîtîkayên şerê taybet hatin nirxandin

Rojname cih da nivîsa yek ji nivîskarên rojnameyê Ruşen Samsat a bi sernavê "Gelo Rojhilata Navîn wê bi rastiya xwe ya dîrokî derketinek bike?"Ayşe Acar Başaran jî polîtîkayên şerê taybet ên ku bi HUDA-PAR'ê re ji nû ve ketin meriyetê bi nivîsa xwe ya sernavê "Bi maskeya siyaserê re tarîtiya salên 90'î” nirxand.

Hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê hate nirxandin

Ruşen Seydaoglû û Yuksel Genç encamên hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê yên ji bergeha jinan analîz kirin. Ruşen Seydaoglû, diyar kir gelê Kurd û bi taybetî jinên Kurd tu caran tenê wek 'beşdarvan” beşdarî hilbijartinê nebûn û destnîşan kir ku armanca bingehîn di pêşengiya jinan de avakirina çanda demokrasiyê û pergala civaka demokratîk e.

Yuksel Genç a asta temsîliyeta jinan a di hilbijartinan de bi daneyên hevberkirî danî holê, di nivîsa xwe de da zanîn ku li dijî rejîma navendî, muhafazajar û mêrane, li herêman hebûna hejmareke girîng a şaredariyên jin ên beriya her tiştî ji pergalê tê wateya şikestinek mezin. Sultan Gulsun jî, piştî hilbijartinê ji jinan mijara bajêr di çarçoveya ekolojiyê de girt dest. Di rûpelên Kurdî de Hevşaredara Çinarê Semra Akyuz rojeva hilbijartinê nirxand.

Jiyana Yadê Fewziya ya ji Rojava hat qalkirin

Nîlay Egelî jî çîroka jiyana Yadê Fewzî ya Rojavayî, nivîsand. Di rûpela portreyê de jî dayikek cîhanê hate danasin.

Fîdan Yildirim, behsa Esther Ballestrino ya dema li Arjantînê têkoşîna windayan dida, hat revandin û qetilkirin kir.

1’ê Gulanê ya bûyî 8’ê Adar

Yek ji nivîskarên rojnameyê Heja Zerya jî nivîsa “1’ê Gulanê ya bûyî 8’ê Adar” nivîsî. Haskar Kirmizigul jî, di perwerdehiya hevpar a Akademiya Modernîteya Demokratîk û tevna Jin Pêşerojê Dihonîn de, yekitiya ruhî, rêhavltî û fikra hevpar a ku jinan li derveyî sînor bi dest xistine nirxand.

Em li pey şopa Gurbetellî ne

Rojnameger Ronî Eylem, der barê serdegirtina studyoyên Medya Haber û Stêrk TV ya di dîroka 23’ê Nîsanê de nivîsî. Ronî Eylem, di nivîsa xwe de wiha got: "Em ê meşa xwe ya li pey şopa Apê Musa, Gurbetellî, Nûjiyan Erhan berdewam bikin.”

Şîrîn Elemhulî nehat jibîrkirin

Bêrîtan Zagros, di rûpelê Kurdî de armanca serdanên Erdogan ên li Iraq û Başûrê Kurdistanê analîz kir. Zîlan Vejîn, di şexsê Şîrîn Elemhûlî de hemû kesên di meha Gulanê de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî.

Di perwerdeya zimanê dayikê de modelek mînak: Rojava

Rojname, bi boneya Cejna Zimanê Kurdî, cih da  modela Rojava ya pergala xwe ya civakî û pergala perwerdehiya bi zimanê dayikê birêxistin dike. Hevseroka Wezareta Perwerdê ya Kantona Cizîrê Gulistan Mihemed Smaîl, li ser pêşketina zarokan û jiyana civakî ya bandorên erênî yên pergala perwerdehiya bi zimanê dayikê ya bi şoreşa Rojava re pêşket vegot.

Dengir Guneş, di rûpela ekolojiyê ya Kurdî de balkişand li ser roleke dijber a pergala kapîtalîsta di bin navê teknolojiya genê de li dijî mirov û xwezayê. Berjîn Tekoşer, di rûpela portreya Kurdî de behsa Puduhep a xwedawenda wekhevî û aştiyê kir. Di rûpela bîranînê de Sitî Jiyan Mak, ji bo bîranîna Bişeng Brûsk (Rojda Bilen) û Sara Hogir (Gulsûn Silgir) ên di 28’ê Tîrmeha 2023’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest dan, goterek nivîsand.

Hûn dikarin bi navnîşana newayajin.net xwe bigihînin hejmara meha Gulanê ya rojnameyê.