Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan zêde dibe

Hejmara kesên li Xezayê di encama êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan bû 35 hezar û 34.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê derbarê êrişên artêşa Îsraîlê yê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heya niha li ser Zîvala Xezayê didome de daxuyanî da. Wezaretê da diyarkirin ku ji 7’ê Cotmehê heya niha di êrişên Îsraîlê de 35 hezar û 34 Filistînî jiyana xwe ji dest dane, hejmara birîndaran jî bûye 78 hezar û 755.

Paltel Group ku yek ji şîrketên telekomunîkasyonê ye ku li herêmên Filistînê dixebite, ragihand ku êrîşên Îsraîlê yên ku berdewam dikin careke din bandor li ser ragihandinê kiriye. Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: "Em bi xemgînî radigihînin ku ji ber êrîşan li başûrê Zîvala Xezayê xizmetên înternetê yên sabit qut bûn."