Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 44 hezar û 976

Hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’yan vir ve li ser Zîvala Xezayê didome de jiyana xwe ji dest dan bû 44 hezar û 976.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê da der barê bîlançoya êrişên Îsraîlê yên 436 rojan ên li ser Xezayê didome de daxuyanî da.

Hat ragihandin ku di 24 saetên dawî de ji ber "5 qetlîamên" ku Îsraîlê li gelek deverên Zîvala Xezayê kir de 46 kesan jiyana xwe ji dest dane û 135 kes jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku di êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li ser Zîvala Xezayê didome de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûye 44 hezar û 976an û hejmara birîndaran jî bûye 106 hezar û 759.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku hîn jî cenaze di bin kavilan de û li kêleka rê mane, lê tîmên tenduristiyê û rayedarên berevaniya sivîl ji ber astengiya hêzên Îsraîlê nikarin xwe bigihînin cenazeyan.