Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 40 hezar û 738

Hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê dewam dikin de jiyana xwe ji dest dan derket 40 hezar û 738’an.

Navenda Nûçeyan- Hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên di 7’ê Cotmeha 2023’an de li dijî Xezayê daye destpêkirin de jiyana xwe ji dest dan derket 40 hezar û 738’an. Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku di 24 saetên dawî de herî kêm 47 kesên din jiyana xwe ji dest dane û hejmara birîndaran jî derketiye 94 hezar û 154’an. 

Ji destpêka şer û vir ve rewşa mirovî ya li Xezayê her ku diçe xirabtir dibe.