Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 39 hezar û 145

Di êrişên Îsraîlê yê bi ser Zîvala Xezayê de di 10 rojên dawî de 561 Filistînî jiyana xwe ji dest dan. Hejmara kesên ku ji 7’ê Cotmehê heya niha jiyana xwe ji dest dane bû 39 hezar û 145.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tendirûstiyê ya Filistinî bi daxuyaniyekê niviskî derbarê êrişên Îsraîlê yê 292 roj in bi ser Zîvala Xezayê didomîne de agahî da.

Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê di 24 seatên dawî de li heremên cûda yê Xezayê 3 ‘komkûjî’ pêk aniye û di êrişan de 55 Filistiniyên din hatine qetilkirin û 110 kes jî birîndar bûne. Her wiha hat gotin ku di êrişên Îsraîlê yê ji 7’ê Cotmehê heya niha li ser Zîvala Xezayê pêk tîne de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûye 39 hezar û 145 û hejmara birîndaran jî bûye 90 hezar û 257.

Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hê jî di bin kavilan de û li kêleya rê cenaze hene lê ji ber astengkirina Îsraîlê tîmên tendirûstiyê û erkdarên parastina sîvîlan nikarin xwe bigihînin cenazeyan.