Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 38 hezar û 345

Îsraîlê di 24 saetên dawî de 50 Filistînî qetil kir û 54 Filistînî jî birîndar kir. Li Xezeya ku Îsraîl ev 279 roj in êrîşên xwe pêk tîne hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 38 hezar û 345.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve bênavber berdewam dikin. Hejmara kesên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane di 24 saetên dawî de 50 kes zêde bû û bû 38 hezar û 345.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê di roja 279’emîn a êrîşan de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawî de li gelek deverên Xezayê 2 "komkujî" pêk anîn û di van êrîşan de 50 Filistînîyên din jiyana xwe ji dest dan û 54 Filistînî jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku hejmara Filistîniyên ku ji destpêka êrîşên li ser Xezayê heta niha jiyana xwe ji dest dan bûye 38 hezar û 345 û hejmara birîndaran jî bûye 88 hezar û 295. Her wiha di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser wê yekê ku ji ber bomberdûmanên Îsraîlê yên li ser herêmên cuda yên Zîvala Xezayê wêraniyeke mezin çêbûye û hat destnîşankirin ku hîn jî di bin kavilan de û li kêleka rêyan cenaze hene, lê ji ber astengiyan nikarin xwe bigihînin wan.