Hêjmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 37 hezar û 124

Di êrişên artêşa Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li ser Şerîda Xezayê pêk hatin, di 24 saetên dawî da hêjmara miriyan 40 kes zêde bû û bû 37 hezar û 124.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê derbarê bîlançoya êrişên Îsraîlê da daxuyaniyeke nivîskî da.

Hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de ji ber êrişên Îsraîlê yên li ser herêmên cuda yên Xezayê 40 Filistîniyên din jiyana xwe ji dest dan û 218 Filistînî jî birîndar bûn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê vir ve li ser Şerîda Xezayê de hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dan bûye 37 hezar û 124 û hêjmara birîndaran jî bûye 84 hezar û 712. Her wiha careke din hate bibîrxistin ku di bin xirbeyan û li kêleka rê de hîna jî cenaze hene, lê nikarin xwe bigihînin wan.

Zêdeyî nîvê avahiyên li Xezayê hilweşiyan

Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku li Şerîda Xezayê ku Îsraîl ji 7’ê Cotmehê û vir ve êrişên xwe didomîne, ji nîvê zêdetir avahî hatin hilweşandin. Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal der barê rewşa Xezayê da daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wêraniya li Xezayê di asteke ku nayê vegotin de ye û hat diyarkirin ku zêdeyî nîvê avahiyên li herêmê hilweşiyane. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rakirina bermahiyên ji ber êrişan pêk tên wê bi salan bidome û wiha hat gotin: “Wê travmaya psîkolojîk a vî şerî hîn bêhtir dem bigire.” Di daxuyaniyê de banga agirbestê jî hat dubarekirin.