Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 34 hezar û 971

Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê yê bi ser Xezayê de jiyana xwe ji dest dan bû 34 hezar û 971.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê daneyên dawî yên êrişên li ser Şerîda Xezayê parve kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 saetan de di êrîşên ku li gelek deverên Xezayê hatin kirin de 4 komkujî pêk hatine, di êrîşan de 28 Filistînîyên din jiyana xwe ji dest dane û 69 Filistînî jî birîndar bûne. Hat destnîşankirin ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê vir ve li ser Zîvala Xezayê didome de jiyana xwe ji dest dan bûye 34 hezar û 971, hejmara birîndaran jî bûye 78 hezar û 641.

Di daxuyaniyê de her wiha tekezî li ser wê yekê jî hatiye kirin ku hîn cenaze di bin kavilan de û li ser rêyan hene, lê ji ber astengiya hêzên Îsraîlê, tîmên tendirûstiyê û berpirsên berevaniya sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.