Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 34 hezar û 49

Li Zîvala Xezayê ku Îsraîlê 197 roj in êrîşên xwe bênavber didomîne, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 34 hezar û 49.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê, bîlançoya êrîşên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve bênavber didome, eşkere kir.

Di daxuyaniya ku hat bibîrxistin êrîş 197 roj in didome, hat diyarkirin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 34 hezar û 49. Hejmara birîndaran jî bû 76 hezar û 901.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de di êrişên artêşa Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê de 37 Filistîniyên din jî jiyana xwe ji dest dane, 68 Filistînî jî birîndar bûn.

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li ser rê û di bin xirbeyan de cenaze hene lê belê ji ber astengiyên hêzên Îsraîlê ekîbên tendirustiyê û erkdarên parastina sivîl nikarin xwe bigihîjînin cenazeyan.