Hejmara kesên li Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dane gihişt hezar û 712 kesan

Erdheja bi pileya 7,7an a ku li Mereşê pêk hat li gelek bajarên Sûriyeyê jî tesîr kir. Hejmara kesên li Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dane derket hezar û 712 kesan.

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Mereşê yê Bakurê Kurdistanê erdheja ku bi pileya 7.7 rû da li bajarên Tirkiye û Sûriyê jî bû sedema hilweşînê. Hejmara kesên li Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dane derket hezar û 712 kesan.

Ajansa SANA ya dewleta Sûriyê ragihand ku li Heleba di bin venêrîna hikumetê de, Lazkiye, Hama, Idlib û Tertûsê herî kêm 812 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 449 kes jî birîndar bûne.

Helmetên Spî yên girêdayî El Qaîdeyê ku li Idlibê ya di bin dagirkeriya komên çete yên dewleta Tirk de ye, weke rêxistineke alîkariyê tevdigerin, ragihandin ku li herêmên di bin kontrola komên çekdar de 900 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 300 kes jî birîndar bûne.