Hejmara kesên li Lubnanê jiyana xwe ji des dan bû 2 hezar û 672

Hejmara kesên ku di êrişên artêşa Îsraîlê yên li ser Lûbnanê de jiyana xwe ji dest dan bû 2 hezar û 672.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tendirûstiyê ya Lubnanê têkildarî êrişên Îsraîlê daxuyaniyek niviskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê êrişên esmanî li ser gelek cihên welat didomîne.

 Hat ragihandin ku duh di encama êrişên Îsraîlê yên ku berdewam dikin de 19 kesan jiyana xwe ji dest dane û 108 kes jî birîndar bûne. Her wiha hat gotin ku hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê yên ji 8’ê Cotmeha 2023’an vir ve li ser Lublanê didome de jiyana xwe ji dest dane bûye 2 hezar û 672 û hejmara birîndaran jî bûye 12 hezar 468.

Her wiha hat diyarkirin ji ber bombebaranên Îsraîlê bi sed hezar kes ji Lubnanê koçber bûne. Di demekê de pêla koçberiyê ji deverên başurên Lubnanê ber bi paytexta Beyrûtê û bakur ve berdewam bû, hikûmeta Lubnanê ragihand ku ji kesên koç kirine zêdetirî 486 hezar kes ber bi Sûriyê ve koçber bûne.