Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihişt 7 hezar û 108 kesan

AFAD'ê di daxuyaniya xwe ya herî dawî de ragihand ku di erdhejên ku 6'ê Sibatê hatin jiyîn de 7 hezar û 108 kesan jiyana xwe ji dest dane û 40 hezar û 910 kes jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan – AFAD di daxuyaniya xwe ya herî dawî de da zanîn ku di erheja ku 6’ê Sibatê li Bazarcix a Mereşê pêk hat û li 10 bajaran bû sedema hilwşînê de 7 hezar û 108 kesan jiyana xwe ji dest dane û 40 hezar û 910 kes jî birîndar bûne. 

Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD), ragihand ku hejmara kesên di erdehejê de jiyana xwe ji dest dane derketiye 7 hezar û 108’an û 40 hezar û 910 kes jî birîndar bûne.