Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 34 hezar û 844

Hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dane bû 34 hezar û 844.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê derbarê êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê ve heta niha li ser Xezayê berdewam dikin de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê di nava 24 saetan de di êrişên li cihên cuda li ser Xezayê 7 komkujî pêk anîne, di êrişan de 55 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane, 200 Filistînî jî bîrandar bûne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê ji 7’ê Cotmehê ve heta niha li ser Zîvala Xezayê berdewam dike de jiyana xwe ji dest dane bû 34 hezar û 844, hejmara birîndaran jî bû 78 hezar û 404. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku hê jî di bin xirbeyan û li ser riyan cenaze hene.