Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 5 hezar û 894’an

Di erdheja 6'ê Sibatê saet 04:17'an de li navçeya Bazarcix a Mereşê bi pileya 7,7'an pêk hat de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 5 hezar û 894'an, 34 hezar û 810 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan - Di erdheja 6’ê Sibatê ya ku navenda wê Mereş û Dîlokê pêk hat de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 5 hezar û 894’an, hat ragihandin ku 34 hezar û 810 kes jî birîndar bûne. Hejmara avahiyên hilweşiyane jî 5 hezar û 775 e.

Biryara Rewşa Awarte di Rojnameya Fermî de ye

Biryara OHAL’ê (Rewşa Awarte) ya ji bo 10 bajarên ku navenda wê Mereşê erdhej pêk hatin, di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Di qerara ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin de hat ragihandin ku li Edenê, Adiyaman, Amed, Entep, Hatay, Kilîs, Meletî, Osmaniye û Rihayê 8’ê Sibata 2023’an de seat 01.00 şûnde bi sê mehan rewşa awarte hatiye ragihandin.