Hejmara 5’an a Kovara Lablasa derket
Di çalakiyek ku hejmareke zêde çalakvan û kesên bi pirsgirêkên jinan re eleqedar dibin beşdar bûn de, li navenda rojnameya femînîst a li Cezayîrê, hejmara 5’an a Kovara ‘Lablasa’ hat danasîn.
NECWA RAHÎM
Cezayîr – Duh li navenda rojnameya femînîst a li Cezayîrê, ji bo derxistina hejmara 5’an Kovara ‘Lablasa’ çalakiyeke danasînê hat lidarxistin. Di çalakiyê de hejmarek zêde femînîst, aktivîst û kesên der barê mafên jinan de dixebitin beşdar bûn. Çalakî di atmosferek girîngiya çandî û fikrî dihat teyîsîn de hat lidarxistin.
Hejmara nû ya kovara ‘Lablasa’ nîşan dide ku biryadariya di mijara bi cesaret û kûrahî pirsgirêkên jinan digre dest û ji bo nîqaş û afrîneriyê qadên nû vekiriye. Ev jî sûd dide dewlemendiya sehneya femînîst û çandî ya li Cezayîrê.
‘Ev çalakî wek kevneşopiyek salane ye’
Di çalakiyê de ji avakerên Kovarê Maya Abadî axivî û diyar kir ku ji meha Adara 2022’an heta niha ji bo weşandina ‘Lablasa’ bûye kevneşopiyek salane û got: “Rêveberiya Kovarê li gel Saadîa Kasim bi hev re em rêve dibin û kovar tenê bi hinek mijaran sînordar nîn e. Her hejmar bi naverokên cuda û nivîsên cuda derdikevin pêş, li gel vê jî hinek beşên sabît ku her sal mijarên wan tê nûkirin hene.”
Mijarên di kovarê de cih digrin
Ev hejmar du hevpeyvînên girîng digre nava xwe. Ya yekem hevpeyvîna bi lêkolînera civaknasî Hadîce Boussaid ku ji hêla Basma Ait Abdelmalek ve hatiye kirin, ya duyem hevpeyvîna li gel hunermend Houria Aişî hat kirin. Houria Aîşî divê hevpeyvîna xwe de rêwîtiya xwe ya hunerê û zoriyên ku dema dengê xwe dida bihîstîn rastî hatî nirxand.
Her wiha di hejmarê de ‘kronîkek hiqûqî’ Saadîa Kasim amadekirî û di salonên dadgehê de ji bûyerên rast pêkhatî digre nava xwe. Ji derveyî vê jî nivîsa quncikê ya Sara Haydar a ji têgîna efûkirin û asta vê ya di jiyana jinan de girtiye dest cih digre. Di nava mijarên hatin destgirtin de gotareke Îman Amanî ku li ser veguherînên fizîkî û psîkolojîk ên ku piştî zayînê jin dijîn heye. Her wiha portreyek ku ji hêla Wiam Auras ve li ser Nawal El Saadawî yê Misrî hatiye nivîsandin di kovarê de cih digre.
Yek ji pêşketinên nû yên herî berbiçav di vê hejmarê de hewldana kovarê ye ku bêhtir cihdayîna ji bo danasîn kesên nû, pêşkêşkirina berhemên ku berê nehatin weşandin. Di vê çarçoveyê de hunermend Lamya Ben Şeyh el-Fegun li gel berhemek hunerî, ji dilê Abbasiya metnek afrênerî ya Faiza Kar weşand.
Nirxandin
Di çalakiyê de, lêkolînera civaknasî ya navenda lêkolînên aborî ya pêkanîna neteweyî Xadîce Busaîd şanaziya xwe ya beşdariya vê rûniştên anî ziman û diyar kir ku di hevpeyvîna li gel wê hatiye kirin de têgînên ‘femînîzma akademîk’ girtiye dest û bal kişandine ser‘femînîzma kolonyal’ ku hedef dike bi taybetî ji perspektîfa bajar û zayenda civakî ya civaka Cezayîrê ji nû ve bixwîne. Îfade kir ku ev nêzikatî di aliyê veguherînên civakî yên xwecihî de di aliyê hê zêdetir têkilî û berfireh fêm bike gengaz dike.
Tekez kir ku zanistên civakî û mirovî hewce ne ku rêbazên xwe bi tevlîkirina perspektîfên femînîst ên rexnegir nû bikin, ji ber ku civaknasî, tevî kokên xwe yên rojavayî, di çanda Mexrîbê de jî kûr dibe û behsa sûdên Îbnî Xaldûn kir.
Her wiha Xadîce Busaîd bal kişand ser pêwîstiya pêşxistina nêzîkatiyên pedagojîk û rêbazên lêkolînên zanistî, da ku ji sepandina teorîk ber bi sepandina meydanî ve biçin û pirsgirêkên nedîtî yên di civakê de werin eşkerekirin.
Basma Ait Abdelmelîk weşandina berhema xwe ya yekem bi navê ‘Ew li qada Rûmetê Ket’ ragihand. Ev berhem ji çîrokên jinên ku bi rêyên ku şoreşa Cezayîrê fêr nebûyî destek dike îlham girtiye. Destnîşan kir ku hilbijartina wê ya vê mijarê ji xwesteka wê ya ronîkirina çîrokên jibîrkirî yên ku bandorek kûr li ser wê kirine û heq dikin ku di bîra kolektîf de werin vegotin û nemir kirin, hatiye.