Hejmara kesên di lehiya Kenyayê de jiyana xwe ji dest dan bû 188

Hat ragihandin hejmara kesên lehiyên li Kenyayê de jiyana xwe ji dest dane bûye 188.

Navenda Nûçeyan – Li Kenyayê barana zêde ya du hefteyên dawiyê bû sedema lehiyan. Gelek heremên li welat ji ber lehiyan di bin avê de ma. Hikumet deneyên nûjen ên derbarê hilweşîna ku ji ber lehiyê rû daye ragihand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hejmara kesên ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dane bûye 188 û 37 jê zarok in. Her wiha hat gotin ku hê jî 90 kes wenda ne. Di daxuyaniyê de her wiha hat ragihandin ku li seranserî welat 165 kes ji ber barana zêde ya li welat didome neçar name malên xwe biterikînin.

Li seranserî welat seferên frenê ahtin betalkirin û ji bo kesên ji lehiyê bandor bûne navendên xwe lê spartinê tên avakirin.