Heidi Sequenz: Pergala Rojava ji bo Rojhilata Navîn modelek e

Nûnera Partiya Kesk a herêma Viyana ya Awusturyayê Heidi Sequenz got ku niha demeke taybet e ku tê de destkeftiyên jin li Rojava bên parastin. Heidi destnîşan kir ku pergala Rojava ji bo Rojhilata Navîn bi giştî dikare bibe modelek.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Nûnera Partiya Kesk a li herêma Viyana ya Awusturyayê Heidi Sequenz, di şandeya ji Awusturyayê hatiye Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de cîh digire. Heidi Sequenz jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê geriya û xwest Şoreşa Jinê, pergala hevserokatiyê û destkeftiyên wê ji nêz ve nas bike, ji tecrûbeyên wê sûd bigre û modela heyî baş fam bike.  

Heidi Sequenz têkildarî serdana xwe, çavdêriyên xwe yên li Şoreşa Jinê û di warê ku dikare piştgiriyê bide Şoreşa Jinê de axivî.

‘Parastina destkeftiyên jinan li Rojava girîng e

Heidi Sequenz derbarê sedema hatina Rojava de got ku ev demeke dirêj e dilsoziya wê bi tevgera Kurdan û bi têkoşîna wan a bi salan ji bo adaletê dikin, heye û wiha pê de çû: “Lê dema niha demeke taybet e ku tê de divê ev destkeftiyên jinê, destkeftiyên femînîst li Rojava bên parastin. Ji ber em dibînin ku di heman demê de li herêmên din yên Sûriyelê çi diqewime, li wê derê her tişt ketiye destê hêzeke Îslamîst. Lewma min xwest di vê demê de bêm Rojava. Çend caran hatime vexwendin, lê min ev dem wek demeke herî guncaw dît.”

‘Bi pergala hevserokatiyê re jî jin dikare li vir azad û serbest bijî’

Heidi Sequenz balkişand ser pergala hevserokatiyê, jinên ku dikarin bi çi awayî li vir bijîn û wiha got: “Min dît ku di saziyan de pergala hevserokatiyê heye ku jinek û mêrek bi hev re dixebitin. Ji min re balkeş tê, ji ber ku di partiyên kesk li Elmanya û li Awusturyayê jî pergala hevserokatî heye û partî ji aliyê jinek û mêrek bi hev re tê rêvebirin. Dibe ku em vêya ji Rojava fêrbûbin. Tiştên ku min li vir dît û ez li herêmên din ên Başûrê Sûriyeyê dizanim jî, jin dikare li vir bi awayekî azad û serbest bijî. Jin xwedî pîşeyek in, dixebitin û dixwazin di asta bilind de jî bixwînin û xwe bipêş bixin. Ez dizanim ev tê çi wateyê. Dema jin ji perwerdeyê tê dûrxistin, wekî ku îro li Efganistanê tê meşandin.”

‘Peymaneke ku her du alî dikarin jê sûd bigrin e’

Heidi Sequenz peymana ku di navbera Fermandarê QSD’ê û Colanî de hatiye îmzekirin bibîr xist û wiha got: “Ez hêvî dikim ku peymana bi Colanî re hatiye îmzekirin, encam bigre û ji bo giştiyê Sûriyeyê bibe alîkar. Bi giştî ji bo avakirina binesaziyê girîngî heye. Ez hêvî dikim ev peyman bi rastî li gorî vê bi encam bibe û her du alî dikarin jê sûd bigirin.”

‘Êrîşên Tirkiyê li ser Bendava Tişrînê di çapemeniyê de baş nayê dîtin’

Heidi Sequenz da zanîn ku agahiyên wê ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî sivîl û nobedarên ku Bendava Tişrînê diparastin çêdibû û nerazîbûna xwe bi van gotinan anî ziman: “Her roj têm agahdarkirin ku li Rojava çi çêdibe. Mînak, derbarê bombebarankirina Bendava Tişrînê de agahî ji me re dihatin. Ez vê yekê ji aliyê qanûnên navnetewî ve mîna pirsgirêk dibînim. Bi taybetî ez aciz im ku nerazîbûnek navneteweyî, dema ku welatek êrîşî welatekî din dike û bombebaran dike, mirov dimirin û binesaziya civakê tên hilweşandin, çênabe û ev di çapemeniyê de nayê dîtin.”

‘Modela Rojava hikûmeta Colanî derbas dike’

Heidi Sequenz da xuyakirin ku modela li Rojava pêk hatiye, hikûmeta Colanî derbas dike û bi van gotina balê kişand ser girîngiya berdewamiya wê: “Gelek girîng e ku ev model berdewam dike, ji ber hikûmeta Colanî jî derbas dike. Wiha dikare di pêşeroje de bibe mînak ji bo heremên din yên cîhanê jî. Ji ber ku ger ev proje biser nekeve, wê ewqas hêvî di wê demê de bi avê re herin.”

Amûrên parvekirinê û rêyên hêzdayîn hevkarî û piştgiriyê

Heidi Sequenz li ser rola amûrên parvekirinê û piştgiriya bi Rojava re jî sekinî û wiha bilêv kir: “Ez di warê hevkarî û piştgiriyê de sekinandina bêedaletî û kuştinan, wek erka xwe dibînim. Ji bo vê yekê jî tiştên ez li vir fêr bûm û min nas kir, ez ê bi hêz û amûrên xwe bi raya giştî re parve bikim. Ez bawer dikim bêyî vêya nabe, ne tenê ji bo Rojava ji bo hemû cîhanê jî. Dema ku tu bikaribî nerazîbûnek ji aliyê raya giştî ve bipêş bixî, ev dibe amûra herî bihêz ya ku heye. Ji lewra ez erka xwe di vê derê de dibînim ku ez bawer dikim hevkarî dikare bê pêşxistin. Mînak ez plan dikim ku xebatkarên Mala Jinê vexwînim Viyana  da ku li wê derê ders bidin û derheqê kar û xebatên xwe de biaxivin.”

Heidi baweriya xwe ya derbarê pêkhatina hêviyên xwe de jî anî ziman û wiha got: “Dibe ku piştre derfetên hevkarî bipêş bikevin û ez bawer dikim ev ji aliyê manewî ve jî hêz dide wan kesan. Hêz dide me jî. Ji ber ku em dizanin ku li vir avakirina saziyek jinan, zêdetir cesaret dixwaze. Mînak ez li Viyana  tevlî meşek dibim û dikarim nêrazîbûna xwe ya li hember niheqiyên ku li jinan tên kirin,  nîşan bidim. Tiştek bi min nayê, ez rihet dikarim vê yekê bikim. Ez ji hatina vir gelekî bi bandor bûm. Ev inyad û ewqas israrkirina di van jinan de ku tevî hemû girtin, lêdanê jî têkoşîna xwe berdewam dikin. Malbatên xwe jî îqna dikin û tevlî dikin jî.”

‘Modela Rojava ji bo giştî Sûriyê û Rojhilata Navîn modelek e’

Heidi Sequenz danasîna projeya ku îro li Rojava tê meşandin mîna yek ji mijarên herî girîng bi nav kir û wiha pêl da gotina xwe: “Ji bo min ger ku vê projeyê bidim naskirin, ev dibe yek ji mijarên herî girîng. Ji ber yên ku dizanin li Bakur û Rojhilate Sûriyeyê çi diqewime, li gorî cîhanê gelek kêm in. Piraniya mirovan nizanin ku Rojava herêmeke xweser e. Ji bo wê, divê em vê yekê zelal û eşkere bikin ku ev dibe modelek ji bo hemû Rojhilata Navîn û bi taybetî ji bo Sûriyeyê. Şandeyên mîna ya me jî girîng in û em dikarin bernameyên cûr be cûr li Ewropayê bipêş bixin. Bi taybetî bi jinên ji Mala Jin û Peymangeha Bilind ya Hîlala Zêrîn re. Divê ev pergal bi hemû dewlemendiya xwe bê naskirin. Mînak mafê ku ez cil û bergên ku ez dixwazim lixwe dikim û wiha diçim dibistanê, dikarim kar jî bikim û ev tişt tenê li Rojhilata Navîn pêk tê.”