Hedefgirtina Zeynep Saroxan li gelek cihan hat şermezarkirin

Rêxistinên jinan têkildarî hedefgirtina Hevseroka Nivîsgeha Edaletê ya Rêveberiya Xweser Zeynep Saroxan ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, daxuyaniyan dan û diyar kirin ku hedefgirtina jinên pêşeng bi heman armanc û hişmendiyê ye.

Navenda Nûçeyan – Li seranserê Kurdistan û Rojhilata Navîn hedefgitina jinên pêşeng didome. Li gel qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên kaşo exlaqê yên rejîma Îranê, li Bakur û Rojhilatê Sûrî pêşengên şoreşa jinê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên hedef girtin.

Li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyan hedefgirtina Zeynep Saroxan hat şermezarkirin û hat destnîşankirin ku êrişên li ser jinên pêşeng pêk tên li ku derê dibe bila be bi heman feraset û hişmendiya mêr-dewletê ya li dijî jinan pêk tê. 

Kongra Star: Jina ku bûye lêgerînvana azadiyê wê her zindî be

Koordînayona Kongreya Star, bi daxuyaniyek nivîskî êrîşên dewleta tirk li ser Hevserokên Nivîsgeha Edaletê, Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero şemezar kirin.

Daxuyaniya ku hatiye dayîn êrîşên dewleta tirk hatin şermezarkirin û wiha hat gotin: “Êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser gel û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê, heta vê kêliyê bênavber didomin û ranawestiyane. Di encama êrîşên dewleta tirk a dagirker de, bi balafirên bê mirov û bi çekan barkirî, pêşengên civaka me tên hedefgirtin. Bi van êrîşan dixwazin tirs û xofê bixin dilê gelê herêmê yên ku di şoreş û mafên xwe de bi israrin û gav ji projeya xwe paş de navêjin. Ev êrîşên hovane yên ku dewleta tirk dike, tevahî li ber çavên cîhanê pêk tên, li hember van êrîş û kiryaran bêdnegityek dewletên navneteweyî heye. Ev êrîşana ji ber em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pergalek nû ava dikin ku ev pergal li ser bingehekî nû ye û feraseta azadiya jinê têde misoger e, her ku diçe êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser jinan û bi taybet li ser jinên pêşenga ji şoreşa Rojavayê Kurdistanê re dikin, zêdetir dike.”

Di dawiya daxuyaniyê de êrîşên dewleta tirk hate şermezarkirin û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em wek Rêxistina Kongreya Star, di serî de vê êrîşî bi tundî şermezar dikin û em dizanin ku wê hovitiya dewleta tirk a dagirker û qirker bi dawî nabe, heya ku hişmendiya deshilatdar dawî nebe. Em cardin bêdengiya dewletên navneteweyî şermezar û lanet dikin û wan şirîkên dewleta tirk dibînin. Lê bila herkes bizanibe ku jina bi rêxistinkirî tune nabe. Jina perwerdekirî dawî li jiyana wê nayê û jina ku bûye lêgerînvana azadiyê wê her zindî be. Em sersaxî ji malbatên her du hevalên me re dixwazin û jin jiyan azadî.”

Qamişlo

Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinan, li pêşiya navenda xwe bi amadebûna endamên xwe daxuyaniyek da û bang li aliyên pêwendîdar kir ku dewleta tirk ji ber sûcên ku dike were cezakirin.

“Dewleta tirk jinên pêşeng dike hedef”

Daxuyaniya ku ji aliyê Berdevka Rêxistina Sara ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Arzû Temo ve hat xwendin, wiha dest pê kir: “Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastî êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker tên û jinên ku taybetmendiyên herî xweş û herî mezin di dîrokê de nivîsandine û aramî û ewlekarî ji bo gelên herêmê pêk anîne dike hedef. Tişta ku dewleta Tirk a dagirker dike, sûcê li dijî mirovahiyê ye û ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve tawan û binpêkirinan li dijî gelê Sûriyeyê pêk tîne, bi taybetî tawanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Dewleta tirk her cure çekên nûjen û firokên bêmirov li dijî sivîlan bi kar tîne. Di encama van êrîşan de bi dehan şehîd û birîndar çêbûn ku herî dawî Hevseroka Nivîsgeha Edaletê ya Rêveberiya Xweser Zeyneb Saroxan û Yilmaz Şero ku di gera kar de bi balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirker li ser riya Girkê Legê pêk hat hat şehîdxistin.”

“Li hemberî van êrîşan em bêdeng namînin”

Arzû Temo di daxuyaniyê de teqez kir ku ew bêdeng namînin li hember êrîşên dewleta tirk li ser wan û wiha pêde çû: “Bêguman ev bûyerên wiha li pêşiya çavên cîhanê diqewimin, mixabin navendên welatên koalîsyonê dengê xwe nakin. Em weke Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Şîdeta li Ser Jinan û bi giştî jin di hemû rêxistin û saziyan de, bi tundî vî sûcê şermezar dikin û soz didin em ê têkoşîna xwe bidomînin û li hemberî van êrişên hovane rojek jî bêdeng nemînin.”

Kobanê

Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweser li pêşiya navenda xwe daxuyanî da. Di daxuyaniya ku ji aliyê Evîn Şêx Ehmed ve hat xwendin de bal lê hat kişandin ku dewleta tirk dixwaze bi van êrişan vîna jin a azad bişkîne lê bi ti awayê ewê ser nekeve.

"Armanc şikandina vîna jinan û jiholêrakirina projeya rêveberiya xweser e"

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Armanca vê êrîşê ew e şikandina vîna jinê û ji holê rakirina projeya rêveberiya xweseriya demokratîk afirandina kaos, bê ewlehî û ne aramî li herêma herî ewle ya Sûriyê. Ev êrîş û kiryarên dewleta Tirk tevî ku hemû peyman û qanûnên navneteweyî binpê dike, bi bêdengiya navneteweyî re berdewam e. Pêkanîna sûc û tewanên bi vî rengî û hedefgirtina sivîlan, bi taybetî jî jinên ku beşdarî şerê li dijî rêxistina DAIŞ’ê bûne û serkeftin di qadên leşkerî, siyasî û civakî de bi destxistine, hedef tên girtin. Wek Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Firatê em êrîş û hovîtiya ku dagirkeriya tirk bi rengekî tundî li hember jinan dide meşandinşermezar dikin. Em bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên şer ên ku Dewleta Tirk li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne red dikin û şermezar dikin.

Ji ber vê yekê em bang li koalîsyona navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku li hemberî van sûcan gavên berbiçav bavêjin. Van kiryarên hovane yên li dijî jinan belgebikin û em daxwaza qedexe û girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk dikin.

"Qetilkirina Jîna Emînî û hedefgirtina Zeyneb Saroxan bi heman armancê ye "

Hevseroka Desteya Diravî Firyal Berkel ji ajansa me re wiha axivî: "Hedefgirtina Hevseroka Nivîsgeha Edaletê ya Rêveberiya Xweser em wek Kardînesyona jin şermezar dikin. Dewletên hegoman wek Rûsya û Emîrka ên ku li vir em wan sûcdar dikin. Ev ne cara yekemîne ku jinên pêşeng ên wekî Zeyneb tên hedefgirtine, sedema ku jin tên hedefgirtin xuyaye ku ew jinên li hember DAIŞ'ê şer kirin û li tevahî dinyeyê hebûna xwe nişan dan îro tên qetikirine. Jin bi edaleta xwe û bi wekheviyê tên naskirin şehîd Zeneb bi xwe cihê xwe di Edaletê de girtibû ku çawa jinê azad bike û pirisgirêkê jinê çareser bike, ji bo vê jinên pêşeng tên hedefgirtin. Çend rojan berlê li Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî hat hedefgirtin û li herêma Cizîrê şehîd Zêneb har hedefgirtin. Ev êrîşa li ser jin û projeya neteweya demokratîk xuya dike ku metirsiyek dixe dilê dewleta tirk. Em pang li tevahî dinyayê dikin û bi taybetî li saziyên parastina mafên jinan dikin ku li xwe vegerin ji ber ku ew deyndarên jinên Bakur û Rojhilartê Sûriyeyê ne."

Şehba

Tevgerên jin ên herêma Efrîn li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê daxuyanî dan û hedefgirtina jinan şermezar kirin. Di daxuyaniyê de nûnertî û endamên jin ku cih di nava saziyên xweser de girtine amade bûn û wêneyê Zeynep Saroxan hat hildan.

Daxuyanî ji aliyê endama Kongreya Star a Efrînê Rîhan Elo ve hat xwendin.

Rîhan Elo di destpêka daxuyaniyê de wiha got: "Dewleta tirk li dijî tevgera jinan li Efrîn û Şehbayê, êrîşên kuştin û wêrankirinê berdewam dike, li ser gelên herêmê û bi taybetî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hedefgirtina kesayet û jinên tekoşer û şoreşger hewl dide armancên xwe bibe serî. Zeynep Saroxan û Yilmaz Şêro bi destên xiyanetê û kesên xwefiroş, bazirganên welat ên ku neheqî li xwîna şehîdan kirine. Şehîd Zeynep jina ku bi rastiya jinan bi cewher û bîrdoziya azadiya xebat dikir hat hedefgirtin.”

Di dawiyê de Rîhan Elo soz da ku şopdarê şehîdan bin û wiha daxuyanî bo dawî kir: "Em bang li hemû desteyên hiqûqî û rêxistinên mirovî û tevgerên demokratîk ên jinan dikin ku dengê xwe bikin yek, helwseta xwe ya siyasî diyar bikin, her wiha bi cidî bikevin tevgerê ji bo rawestandina van komkujiyan, hesabxwestina ji sûcdaran û cezakirina dagirkeriya Tirk û çeteyên wan û xistina navê AKP-MHP'ê nava lîsteya terorê. Em soz didin xwîna şehîdên azadiyê ku em li ser xeta wan bimeşin û bi taybetî şehîd Zeynep ji ber ku em şopdarên fikir û felsefeya Rêber Apo ne."