"Hedefgirtina pêşengên jin nîşaneya tirsa Tirkiyeyê ya ji jinên rêxistinkirî ye"
Di daxuyaniya ku ji aliyê "Însiyatîfa li dijî dagirkerî û qirkirina jinan, ji bo ewlekarî û aştiyê" hat dayîn, tê de hat destnîşankirin ku hedefgirtina pêşengên jin nîşaneya tirsa Tirkiyeyê ya ji jinên rêxistinkirî ye.
Navenda Nûçeyan – "Însiyatîfa li dijî dagirkerî û qirkirina jinan, ji bo ewlekarî û aştiyê" bi daxuyaniyekê êrîşên dagirkeriya tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina sê pêşengên jin ên Yekîneyên Parastina Jin şermezar kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em şahidên destdirêjî, tundî û kuştinên li dijî jinan in ku ji aliyê zîhniyeta baviksalarî û rejîmên dewletparêz û kapîtalîst ve li Rojhilata Navîn û cîhanê tên kirin. Ev rejîm hewl didin hebûna xwe biparêzin bi riya pêkanîna tawanên herî hovane li dijî pêşengên jin, ji ber ku ew ji hêza rêxistinkirî ya jinan ditirsin. Tirkiye ji bo hegemonyaya xwe biparêze bi hemû rêbazên dijmirovî û hovane êrîş dike û bi pêkanînên xwe dixwaze li hemberî hemû jinên ku ji bo bidestxistina azadiyê doza xwe diparêzin peyamekê bide da ku hewldan û daxwazên wan ên ji bo azadiyê bi sînor bike. Ev êrîş şerekî îdeolojîk e ku kesayetên pêşeng ên jinan hedef digire, bi armanca şikandina vîna civakê bi şikandina vîna jinên ku li dijî her cure koletî, neheqî û dagirkeriyê disekinin. Hedefgirtina her sê pêşengên jin delîleke teqez e ku çiqasî dagirkeriya tirk ji hêza jinên rêxistinkirî ditirse. Tirkiye pêşengên jin ên ku li hemû eniyan li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirin, zemîna yekitiya jinan ava kirin û tola hemû jinên Êzidî, Asûrî û Ereb ji DAIŞ’ê hilanîn, dikin hedef. Ev jî belgeyeke din a teqez e ku dewleta tirk û DAIŞ du rûyên heman pereyê ku jê re tê gotin teror e. Lewma hemû hewldanên dewleta Tirk ji bo zindîkirina DAIŞ’ê ye. Ev êrîşên rojane li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin binpêkirinên eşkere ne û li dijî hemû zagonên navdewletî ne û li hember vê yekê bêdengiyek navdewletî heye. Em daxwaz dikin ku li ser Sûriye û Iraqê ambargoya hewayî bê ferzkirin. Divê saziyên navneteweyî, mafên mirovan û mirovahî erkên xwe yên mirovî û mafên mirovan pêk bînin. Em bang li hemû jinan û civakên ku di asta cîhanê de banga azadî, aştî û demokrasiyê dikin, piştgiriyê bidin berxwedana Hêzên Parastina Jin. Ev şoreş şoreşa me hemûyan e û têkoşîna wan parçeyek ji têkoşîna me ye û destkeftiyên wan destkeftiyên me hemûyan zêdetir dike."