‘Hebûna platformên jinên di medyaya dîjîtal de girîng e’

Pispora Medyaya Dîjîtal Bahiye Nar got ku divê jin medyaya dîjîtal weke qadeke ku çîrokên xwe yên serkeftinê parve dikin û xwe bi rêxistin dikin binirxînin û bal kişand ser girîngiya hebûna wan platforman.

ZUHÛR MEŞRIQÎ

Tûnis – Medyaya dîjîtal ji bo ku jin bikaribin ji armancên xwe re xizmetê bikin dibe alîkar û ji bo têkoşîna bi şîdeta li dijî wan re dikare bibe riya çareseriyê. Medyaya dîjîtal, navgîneke duserî ye divê jin bi baldarî di lehiya xwe de bi kar bînin.

Pispora Medyaya Dîjîtal Behiye Nar, diyar kir ku ji bo jin bikaribin li dijî otorîteya mêr têbikoşin pêdiviya wan bi olatformên ku ji wan re bibin alîkar heye û hişyarî da ku ji bo torên medyaya civakî nekevin rewşeke şîdeta dualî divê jin dema beşdarî platforman dibin baldar bin.

‘Medyaya dîjîtal ji bo têkoşîna bi şîdetê re qadeke girîng e’

Behiye Nar da zanîn ku divê sîteyên medyaya dîjîtal bi awayê ku xizmetê ji pirsgirêkên jinan  re bikin werin bikaranîn û wiha domand: “Medyaya dîjîtal, ji bo jinan riyek e ku pê dengê xwe bidin bihîstin û xwe îfade bikin. Ligel nêrînên li ser mijara jinan, ji bo têkoşîna bi şîdetê re qadeke girîng e. Divê jin di sîteyên medyaya dîjîtal de hebin. Parvekirina serpêhatiyên femînîst di medyaya dîjîtal de girîng e. Bi taybetî ji ber ku di civakeke bi zihniyeta serdestiya mêr hatiye dorpêçkirin de dijîn, bi parvekirinên di medyaya dîjîtal de cesaretê didin hev.”

‘Di medyaya dîjîtal de bertekên li dijî şîdet û qetliamên li ser jinan zûtir çêdibin’ 

Behiye Nar da zanîn ku bi saya medyaya dîjîtal, bûyerên qetilkirina jinan û şîdet, derketine holê û wiha domand: “Bi saya medyaya dîjîtal êdî em dikarin li ser jinan bandorê çêbikin, li bûyerên şîdetê guhdarî bikin, têkiliyê daynin û şermezar bikin. Mînak bi saya Facebookê em hîn bûn ku li bajarê Kairouanê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hatiye qetilkirin. Saziyên dewletê û saziyên jinan bertek nîşan didin. Ji bo mêrê kujer hesab bide zext hatin kirin.” 

‘Medyaya dîjîtal şûreke duserî ye’

Behiye Nar, anî ziman ku medyaya dîjîtal şûreke duserî ye û wiha domand: “Ji bo eşkerebûna şîdetê, perwerdeya jinan, bazarkirina projeyan û vegotina çîrokên serkeftinê dibe alîkar lê lê carna jî ji bo ku zirarê bide îtîbara aktivîst, rojnameger û siyasetmedaran, weke amûra şîdeti şantaj û tacîzê tê bikaranîn. Jinan ji bo têkoşîna bi şîdeta dîjîtal re, ji bo zagona bi hejmara 58 ku di sala 2017'an de hat weşandin bikeve meriyetê bang kirin. Şîdeta dîjîtal, gelek caran bûye diyardeyek ku gefê li hebûna jinan dixwe û ji bo jiyana taybet divê baldarî hebe."

‘Divê jin girîngiya zagona ku wan diparêze bizanibin’

Behiye Nar, li dijî şîdeta dîjîtal di gelek waran de jinan hişyar kir û bal kişand ser van xalan: “Divê destpêkê de divê hay ji hebûna zagona ku wan diparêze hebin. Her wiha divê bizanibin ku ji bo parvekirên ku dikin dê mirovên ku êrişên wan bikin hebin. Bi taybetê dema ku parvekirinên femînîst bin, dibe ku bi şîroveyên xirab ên zordarî û zayendperest re rûbirû bimînin. Jin ji bo ku nebin mexdûrên şantajê divê daneyên xwe yên taybet bi raya giştî re parve nekin. Jixwe li gorî me ev yek hewce nake. Em jin ji bo ku pere qezenc bikin divê jiyana xwe ya taybet di sîteyên medyaya dîjîtal de neweşînin.”

‘Li dijî zihniyeta baviksalar dema yekitiyê hatiye’

Behiye Nar diyar kir ku ji bo jin ji hev re bibin îlham dikarin di medyaya dîjîtal de serkeftinên xwe parve bikin û wiha bi dawî kir: “Li dijî zihniyeta baviksalar, dem hatiye ku em hev perwerde bikin, bibin yek. Doz û daxwaza me jinan yek e. Hebûna platformên jinan di medyaya dîjîtal de girîng e û divê piştgiriyê bibîne. Platformên jinan di warê şiyarî, hestiyarî û perwerdeyê de divê bi hêz bin lewre ew platform ji bo me piştgiriyên yekemîn in.”