HDP: Em di 107’emîn salvegera qetlîamê de êşa gelê Suryanî hîs dikin
HDP'ê komkujiya bi navê 'Sayfo' ku tê watêya şûr ku ji sisiyan dudu Suryan hatin qetilkirin, şermezar kir.
Navenda Nûçeyan- Alîkara Hevserokatiya Giştî ya Komîsyona Gel û Baweriyan Berpirsyar Tulay Hatîmogullari, bi boneya 107’emîn salvegera qetilkirina gelê Suryanî daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êşa gelê Suryanî hîs dikin û wiha hat gotin: “Gelê Suryan yek ji gelê qedîm ê Mezopotamyayê ye. Di dema Sayfoyê de ji sisêyan du Suryanî hatin qetilkirin. 15’ê Hezîranê roja bîranîna qetilkirin û zextên li ser Suryanan e. Em careke din diyar dikin ku gelê Suryan li bendê ye lêborîn ji wan were xwestin û kesên qetlîam kirine, qetlîamê qebûl bikin.”
“Gelê Suryan li bendê ye ku lêborîn ji wan were xwestin”
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“Gelên Suryan, Asûrî, Aramî, Keldanî û gelên din ên Xirîstiyan ên li ser vê axê jiyane bûne çand û baweriyên ku vê axê dewlemend kirine. Piştî qetlîamê bi darê zorê koçberî hat kirin û bi polîtîkayên ‘ferzkirina tirkbûn û misilmankirinê’ xwestin nasnameya Suryanan asîmîle bikin. Zimanê Suryanan hat ber sekeratê, navê bi sedan cih û warên Suryanan guherandin û kirin Tirkî, weşanên wan hatin girtin û mal û milkên Suryanan hatin desteserkirin.
Îro jî mafên gelê Suryan tên binpêkirin, destûr nayê dayîn ku dibistan û îbadetxaneyên xwe vekin, mal û milkên wan ên şexsî û weqfê tên desteserkirin. Dema ku piştî salan gelê Suryan vedigerin gundê xwe jî li dijî wan gefa kuştin û windakirinê çêdibe.
Gelê Suryan dixwaze lêborîn ji wan were xwestin û kesên qetlîam kirine qetlîamê qebûl bikin. Pêkanîna van tiştan ji bo hemwelatîbûna wekhev û ji bo jiyana bi hev re wê bibe gaveke girîng.”