HDP: Xezîneya me gelê me ye

HDP'ê ku hesabên wê yên xezîneyê hatin bloqekirin, vê pêvajoyê li gel hilbijerên xwe bi yekîtî û bi fedakariya dildar derbas dike. HDP’ê li ser daxwaza zêde ya hilbijêrên xwe dest bi kampanyaya "Xezîneya me gelê me ye" dike.

Navenda Nûçeyan - Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) daxwaza taloqkirina doza ku ji bo girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatibû vekirin, dê sibê binirxîne.

Dadgeha Bilind, li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind, di 5'ê Çile de biryar da ku hesabên alîkariyê yên Xezîneyê yên partiyê bên bloqekirin. Biryar dê ji aliyê Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn ve ji nû ve bê nirxandin. Têkildarî biryarê ji HDP'ê di nava mehekê de bersiv hat xwestin. Heyet, piştî bersiva ji HDP’ê were, dê biryara betalkirina biryarê an jî berdewamkirina hikme tedbîrê bide.

Dê roja pênçşemê starta kampanyayê bê dayîn

Piştî vê biryara bloqe gelek hilbijêrên HDP'ê li Navenda Giştî ya partiyê geriyabûn û xwestibûn ku alîkarî bikin. Li ser vê daxwaza zêde ya hilbijêrên xwe ya ji bo alîkariyê HDP'ê biryar da ku dest bi kampanyaya "Xezîneya me gelê me ye" bike. Hûrgiliyên kampanyayê wê roja pênçşemê ji aliyê Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay ve bi civîneke çapemeniyê bê parvekirin û starta kampanyayê bê dayîn. 

Kampanya herî bihêz a hilbijartinê

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, wê destpêkê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar tev li kampanyayê bibin. Her wiha wê parlamenter û pêkhateyên partiyê jî tev li kampanyayê bibin. Di çarçoveya kampanyayê de pêkanîna "mehaneya mobîl" bikeve meriyetê. 

Rayedarên HDP'ê ku wê bêyî alîkariya xezîneyê kampanya hibijartinê bi rê ve bibin, ev tişt gotin: "Em ê nîşanî AKP'ê û daraza wê bidin ku bihêza gel çawa kampanya hilbijartinê tê meşandin."