HDP’ê rewşa zarokên di girtîgehan de xist rojeva Meclîsê

Parlementera HDP’ê ya Muşê Şevîn Coşkun rewşa zarokên di girtîgehan de xist rojeva Meclîsê, ev pirskir û got: “Ji bo berdana zarokên girtî pilanek ya we heye!”

Mûş- Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şevîn Coşkun der barê rewşa zarokên keç yên di girtîgehan de daxwaz kir ku wezerê Edaletê bersîv bide pêşniyaznameyek ku ji pirsan pêktê pêşkêşî wezareta Meclîsê kir.

‘Di girtîgehan de 2 hezar û 560 zarok hene’

Di pêşniyaznameyê de wiha hat gotin: “Li gora daneyên ku muduryeta giştî ya malên tewqîş û ceza di 1’ê Adara 2023’an de parve kirin, di girtîgehan de 14 hezar û 273 jê jin, 2 hezar û 560 zarok ji di nav de 349 hezar û 893 girtiyên hikum hatî dayîn hene. Temenê girtîyan û yên ku hatine hikumkirin di navbera 5 hezar û 977 kes 65 salî zêdtirin. Di heman demê de li gora daxuyaniya belavkirina daneyan, li girtîgehan 75 zarokên keç girtîne, 29 zarokên keç yên hikumkirî di destura Kovîd-19’an de ye.

‘Pirsgirêkên ku tê jiyankirin nayê şopandin’

Li gora daneyên wezîrê edaletê zarokên temenê wan di navbera 0-6 salî de 396 zarok di girtîgehan dene. Lê bele şert û mercên mayîna zarokan di girtîgehan de li ser deruniya zarokan çi tehrîbat çêbûne tu dane nehatine dîtin. Di sîstema ceza û infazê de weqfa civaka sivîl, parêzer û nunera qada tematik ya zarokên girtî Cansû Şerkercî  der barê rewşa zarokên keç yên di girtîgehan de daxuyanî da û got: “Girtîgeh li gora pêwîstiyên mêran hatine dizaynkirin. Ji bo zarokên keç yên di girtîgehan de beşek cûda û girtîgehên zarokan nîne. Ew bê mafiya ku zarokên keç li girtîgehan rastî tên nayên şopandin. Zarokên keç di girtîgehên jinan, di qawîşên zarokan de tên girtin û ev weke pêkanînekê lê hatiye.”

Şekercî da zanîn ku pêwîstiyên zarokên keç û pirsgirêkên ku jiyan dikin bêyî ku werin şopandin li girtîgehan tên girtin. Destnîşan kir ku ji bo zanyariyên ku zarokên keç di kijan girtîgeha jinan de dimînin bi dest bixwe serlêdana li wezareta Edaletê kirine bê bersîv mane. 

‘Hêjmara derûnas û pedogogan kême’

Şekercî diyar kir ku hêjmara derûnas û pedogogên ku zarokên keç yên di girtîgehan de xwe bigihîninê kêmin û wiha got: “Herçendî ku şert û mercên zarokên keç yên girtî de peymana netewên yekbûyî yên mafê zarokan heye, lê belê mafê berûvajiye, di girtîgehan de mekanizmayên şopandinê nîne û mafê zarokan tê binpê kirin.”

Di berdewamiya pêşniyaznameyê de ev pirs ji wezîrê Edaletê hat kirin:

“Îdayên ku zarokên keç di girtîgehên jinan de dimînîn û li girtîgehê beşek ya zarokên keç nîne raste? Ger rast be sedemê wê çiye?

Zarokên keç yên li girtîgehan tê girtin, şert û mercên ku tên girtin û ew tehrîbata ku ji ber şert û mercan de îdayên ku tebana daneyênnwan nîne raste? Ger rast be sedemê wê çiye? Der berê vê mijarê de xebetên we wê kengê be?

Li gora daneyên wezaretên we zarokên temenê wan di navbera 0-6 salî de 396  di girtîgehan dene çend ji wan zarokên keçin?

Îdayên der barê li girtîgehan pêwîstiyên zarokên keç nayên şopandin û derûnas û pedagogên xwe bigihînin hêjmara wan têrê nake raste? Hêjmara ew girtîgehên ku lê zarok hene û derûnas û pedagog lê nînin çendin?

Sedemê ku CİSST der barê rewşa zarokan de û di kijan girtîgehê de dimînin serlêdanên ku li wezaretê dikin bê bersîv tê hêlan çiye?

Der barê binpêkiria mafên zarokan li girtîgehê tên girtin de, hêjmara serlêdanên wezaretê di 8 salên dawî de çiqase? Der barê çendan de lêpirsîn hatiye destpêkirin?

Îdeayên der barê zarokên di girtîgehan de li gora tê xwestên nayên şopandin û sersekindanan rastin? Ger rast bin sedemê wê çiye?

Ji bo zarokên ku li girtîgehan dimînin rastî binpêkiran mafan nayên û ji bo tahliyekirina va zarokan pilanek ya çalakiyên we heye?”