HDP’ê qedexeya nû ya li ser Abdullah Ocalan anî rojeva Meclisa Tirkiyê

Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca, astengkirina hevdîtina bi malbat û parêzeran ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê ragirtin, anî rojeva Meclisa Tirkiyê.

Navenda Nûçeyan- Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Êlihê Feleknas Uca, cezayê dîsîplînê 3 mehan ya nû li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye dayîn, ji Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag pirsî.

Di pêşnûnameya pirsê ku hat diyarkirin Abdullah Ocalan 24 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û serlêdanên ji bo hevdîtina malbat û parêzeran a ji aliyê parêzerên Abdullah Ocalan ve tên kirin bi hinceta “dîsîplînê” an jî “qedexeya hevdîtine” tên astengkirin de wiha hat gotin: “ Ji Brêz Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên di heman girtîgehê de tên ragirtin, zêdetir e 21 meh in tu agahî ji nayê girtin. Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê, di 4'ê Çile de ji parêzeran re da zanîn ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din re 3 meh cezayê hevdîtina malbatê ya nû hatiye dayîn. Hinceta qedexeyê jî weke ‘Cezaya Disiplinê’ hat nîşan dan. Lê belê di derbarê çima ceza hatiye dayîn û kijan dîrokê hatiye dayîn tu zanyarî nehat parve kirin.”

Bi daxwaza bersivdayîna Wezareta Dadê yê Tirkiyê ev pirs hatin pêşkêş kirin:

“* Hinceta ‘Cezayê dîsîplînê’ ya ku li Birêz Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim hatiye dayîn çi ye?

* Daxuyaniya, di bin navê 'Cezayê dîsîplînê' de dayîna qedexeya hevdîtine ya ji birêz Ocalan û girtiyên din ên ku zêdetirê 21 mehan agahî nayê girtin û hemû qenalên ragihandinê hatine qedexekirin heye an ne?

*Çima agahiyên der barê hincet û dîroka cezayê dîsîplînê ku ji Brêz Abdullah Ocalan û girtiyên din re hatiye dayîn, bi parêzeran re nayê parvekirin?

* Spartina hiqûqî ya astengkirina hevdîtina parêzer û malbatan ya bi birêz Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim re çi ye? Sedema israra li ser vê pêkanînê ku binpêkirina madeya qedexe ya Îşkenceyê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye, çi ye?”